Galeriya wêneyan

19-06-2024
18 Photos

Wênegirê Kurd Şemal Husamedîn, pêşangeke taybet a wêneyên wan malbatan zarokên wan bûne penaber vekir.

Pêşangeh çîroka wan malbatên ku penaberên wan bêserûşûn bûne eşkere dike.

Navê pêşangeha wênegir Şemal Husamedîn “Odeya Hêviyê” ye û pêşangeh 17ê Hezîranê li Warşowaya paytexta Polonyayê hat vekirin.

Şemal Husamedîn ji navçeya Haciyawayê ya Rêveberiya Serbixwe ya Raperînê ye.

Şemal Husamedîn li ser vekirina pêşangehê ji Rûdawê re got:

“ Ez gelekî şanaz im ku min pêşangeha xwe ya bi navê ‘Odeya Hêviyê’ bi alîkariya Navenda Çanda Hunerî ya Kurdistanê (KCAC) û Helsinki Faundationê vekir.

Pêşangehê bala gelek kesan kişand.”

Wêneyên Şamal Husamedîn behsa çîroka wan malbatan dike ku zarokên wan di rêya penaberê de wenda bûne û ti xeber êdî ji wan nemaye.

Şamal Husamedîn amaje bi wê yekê kir ku bi pêşangeha xwe wî xwestiye êşa wan malbatan bixe ber çavên xelkê Polonya û Ewropayê da ku ew êş û xema wan malbatan bibe xemeke cihanî.

Şamal Husamedîn eşkere jî kir bi vê pêşangehê wî xwestiye balê bikişîne ser rewşa penaberiyê û rewşa wan malbatên ku zarokên wan di rêyên penaberiyê de wenda bûne.