DAIŞiyên awustralî nayên efûkirin

19-05-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Awustralyayê, Tony Abbott rê li ber vegera çekdarên DAIŞê yên awustralî girt û ragihand ku ew çekdar wê neyên efûkirin.

Tony Abbott ji rojnamevanan re ragihand: “Eger hemwelatiyekî li derve bi navê tundrewiyê kesên bêguneh kuştibin, wê demê zehmet e car din Awustralya pêşwaziya wî bike.”

Ev daxuyaniya Abbott piştî wê yekê hat ku hin raport behsa wê yekê dikirin ku Hikûmeta Awustralyayê danûstandinan ligel hin çekdarên tundrew dike ku niha vegeriyane welatê wan.

Radyoya Awustralî derbarê vê mijarê de belav kiribû ku, danûstandin ligel 3 çekdarên DAIŞê yên awustralî tên kirin ku dixwazin dest ji wê rêxistinê berdin, lê ew ditirsin dema vegerin welatên xwe, bên girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst