New York Times: 85%ê alîkariyên mirovî yên Sûriyê dibin para alîgirên Esed

19-05-2014
Mihyedîn Hisên
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya New York Timesê di raporekê de ragihand ku piraniya alîkariyên mirovî yên ku Netewên Yekgirtî (NY) dişîne Sûriyê, dibin para navçeya beravê ya ku weke sitargeha alîgirên Esed tê naskirin.


New York Timsê, ragihandiye ku bêtirî 85% ji alîkariyên xwarinê û 70% ji dermanên ku bi rêya NY li ser welatiyên Sûriyê tên parvekirin, di hersê mehên yekem ji sala 2014an de bûne para navçeyên alîgirên Beşar Esed.


Rojnameyê her wiha eşkere kiriye ku hefteya bê Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-Moon wê parvekirina neadilane ji wan alîkariyan re eşkere bike û destnîşan kir ku ev zaniyarî wê welatên alîkar ji Sûriyê re aciz bike.


Rojnameyê ji zarê birêvebirê operasyonên meydanî yê ofîsa hevrêziya karûbarên mirovî John Ging veguhest ku rejîma Sûriyê gefa derkirinê li wan xwaribû eger bêyî ruxseta hikûmeta Sûriyê alîkariyan derbas bikin.


Tê zanîn ku gengeşeyên li ser dosyeya derbaskirina alîkariyan bo Sûriyê ji 3 mehan ve zêde bûne û bi taybet piştî ku Civata Ewlehiya Navnetewî biryarek derxist û tê de ji aliyên dijber li Sûriyê xwest ku rê li ber derbaskirina alîkariyan vekin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst