Navenda Nûçeyan - Rojnameya Birîtanî Guardianê ragihand ku piştî hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Enqerê, derbasî nav bajarê Efrînê bû, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwe ji bo şerê gerîla amade dikin.
Rojnamevanê Gurdian ê Rojhilata Navîn Martin Chulow derbarê rewşa dawî ya bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê de raporek amade kiriye û dibêje beşek ji şervanên YPG-YPJê ji Efrînê derketine û beşek jî bo êrişan li bajêr mane.
Martin Chulow dibêje ku navenda Efrînê di heyama 48 seatan de ket lê kontrolkirina wê dê ne ew qas hêsan be.
Rojnamevanê Gurdianê wiha got: “Hêzên kurdî sedema biryara vekişandina ji Efrînê xwe wek xelkê sivîl neyên kuştin, nîşan dan. Grûpên Kurdî li hemberî hêzên xwedî çekên modern û hêza asmî rûbirûyê êrişeke tund bûn.”
Chulow anî ziman ku piştî biryara derketina şervanên Kurd ji Efrînê bi ser şerê li Sûriyê eniyeke din a şerî zêde bûye û wiha domand: “Li bakurê Sûriyê tenê sivîl koçber nîne, niha çekdarên ku ji aliyên hêzên biyanî ve piştevaniya wan têne kirin hene, grûpên hevpeymanên hikûmeta Sûriyê û hêzên îslamî jî hene.”
Ji aliyê din ve duh Berdevkê YPGê li Efrînê Birûsk Hesekê eşkere kir, ji bo ku komkujî li hember xelkê sivîl neyên kirin, wan û Rêveberiya Xweser biryara derketina ji nav bajarê Efrînê dan.
Birûsk Hesekê ragihand, heta niha şerê wan li Efrînê şerê berevanî û parastinê bû, lê belê niha ew dê taktîka şerê xwe biguherin û "li her derê êrişî hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bikin". YPGê herwiha dibêje, hêzên wan li her derê Efrînê hene û ew dê "Efrînê ji Tirkiyê re bikin pêlên agir".
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse