Galeriya wêneyan

18-12-2022
23 Photos

Tîma Arjantînê di fînala kûpaya cîhanî ya 2022an de, di penaltiyan de tîma Fransayê têk bir û bû şampiyonê cîhanê.

Di Fînala Kupaya Cîhanê ya FIFA 2022yê de îşev herdu tîmên Arjantîn û Fransayê li stadyuma Lusailê hatin hemberî hev.

Di 90 xûlekên asayî yên lîstika fînalê de, her du tîm bi encama 2-2 wekhev bûn û lîstik derbasî du demên zêde yên 15 xûlekî bû.

Di xûleka 108an de Messi ji bo Arjantînê û di xûleka 118an de Mbappe ji bo tîma Fransayê golên sêyem tomar kirin. Her du demên zêde jî bi encama 3-3 wekhev bidawî bûn û ji bo destnîşankirina şampiyonê cîhanê penaltî hatin lêdan.

Di lêdana penaltiyan de, Arjantînê bi encama 4-2 ji tîma Fransayê bir û bo cara sêyem bû şampiyonê cîhanê.

Di merasima piştî lîstikê de, Messi ji ber asta xwe ya bilind û golên xwe yên yekalîker wek lîstikvanê herî baş ê kûpayê hat destnîşankirin. Herwiha Kylian Mbappe bi tomarkirina 8 golan di 7 lîstikan de wek golvanê herî baş ê vê kûpayê hat diyarkirin.