Robert Ford:Ti rol ji Esed re di qonaxa veguhêz de nîne

18-12-2013
RÛDAW
A+ A-


Hewlêr (Rûdaw)- Balyozê Amerîka li Sûriyê Robert Ford ragihand ku civîn di navbera wan û Eniya Îslamî de çênebû ji ber ku eniyê nexwest ligel wan bicive.

Robet Ford got ku ew amade ne ku ligel eniyê bicivin ji ber ku Amerîka bi hemû aliyan re dicive.

Derbarê gotina ku dibêje dibe ku Cenêv2 Beşar Esed dûrî desthilatê nexe, Ford anî ziman ku, helwêsta wan ji destpêka şoreşê û heta niha jnehatiye guhertin û Beşar Esed rewatiya xwe winda kiriye, û tekez kir ku ti rol ji Esed re di qonaxa veguhêz de dê nebe.

Herwiha Ford got ku, Hevpeymaniya Sûriyê nûnera rewa ye ji gelê Sûriyê re û gerek hevrêzî di navbera hemû hêzên opozîsyonê de hebe ji bo çareserkirina krîza Sûriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst