Galeriya wêneyan

18-01-2018
10 Photos
RÛDAW

AA - Li Îspanyayê kevneşopiyek bi navê “Las Lumînarîas” (Qendîl) heye ku bi mirov siwarê hespan di ser agir re baz didin û pênsed sal e ev kevneşopî berdewam dike.

Kevneşopiya îspaniyan "Las Lumînarîas" ji bo bîranîna Ezîz Anthony ye ku wek parêzvanê ajelan kedîkirî tê tê naskirin. Çalakî li bajarokê San Bartolome de Pînaresê yê ser bi bajarê Avlîayê hat kirin.

Ji bo çalakiyan li 10 cih û kolanên San Bartolome de Pînaresê agir hat pêxistin û keşîşê bajarok hesp pîroz kirin.

Piştî vê bi dehan hespan di ser agirên ku hatine pêxistin re bazdan û hejmareke zêde ya welatiyan jî amade bûn. Li gorî vê baweriya, xelkê wê derê dema hesp di ser agir re baz didin paqij dibin.