Jake Sullivan li ser kuştina Jîna Emînî: Em dê binpêkirinên mafên mirovan ji rayedarên Îranê bizanibin

17-09-2022
RÛDAW
Nîşan Jake Sullivan Îran Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser kuştina Jîna Emînî bi îşkenceya polîsên Îranê nîgeraniya xwe anî ziman û diyar kir ku ew dê berpirsyariya van binpêkirinên mafên mirovan her ji rayedarên Îranê bizanibin.

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Serokê Amerîkayê Joe Biden, Jake Sullivan li ser hesabê xwe yê Twitterê bi peyamekê nîgeraniya xwe li ser kuştina Jîna Emînî bi îşkenceya polîsên Îranê ragihand û got, “Em ji ber mirina Mehsa Emînî ya 22 salî ku li girtîgehê ji aliyê Polîsên Exlaqê yên Îranê ve rastî lêdanê hat, gelekî nîgeran in. Kuştina wê nayê efûkirin. Em ê berpirsyariya van binpêkirinên mafên mirovan her ji rayedarên Îranê bizanibin.”

Jîna Emînî êvara Sêşemê 13ê Îlona 2022an li Metroya Heqanî ya Tehranê bi tohmeta xwenepêçanê hat desteserkirin û pişt re bo navenda polîsan a li Cadeya Wezîran hat veguhestin.

Nûnerê Amerîkayê yê Bo Karûbarên Îranê Robert Malley jî di tweetekê de ragihand, mirina Jîna Emînî bi sedema lêdanê dilêş e. Ew hevxemê malbata wê ne. Desthilata Îranê divê dawiyê li tundûtûjiya dijî jinan bîne ku tenê mafê xwe yê bingehîn dixwazin. Kesên ku di candana Jînayê de berpirsyar in, divê bersivê bidin.

Jîna an jî Mehsa Emînî piştî nîvroya Înê li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst