Serokê Romanya: Em dê berdewam bin li ser alîkariya Iraqê

15-12-2017
RÛDAW
Serokê Romanya Klaus Iohannis di konfranseke rojnamevanî de li Brukselê.
Serokê Romanya Klaus Iohannis di konfranseke rojnamevanî de li Brukselê.
Nîşan Romanya Klaus Iohannis Iraq Alîkarî
A+ A-

Bruksel (Rûdaw) - Serokê Romanya Klaus Iohannis ragihand, Romanya ew demek e ku alîkariya Iraqê dike û dê berdewam be jî li ser wan hewlên xwe.

 

Serokê Romanyayê di bersiva pirseke Tora Medyayî ya Rûdawê de ya derbarê alîkariyên Romanya bo Iraqê û rola wî welatî di çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Iraqê de got, ew dê li ser alîkarîkirina Iraqê berdewam bin û dê di proseya avedankirina wî welatî de rol bibînin.

 

Klaus Iohannis diyar kir, Romanya dê di proseya avedankirina Iraqê de rol binîne.

 

Herwiha Serokwezîrê Nemsayê Chiristian Kern jî ragihand, giring e ku Yekîtiya Ewropayê gelek giringiyê bi çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê bide.

 

Kern ji Rûdawê re ragihand, gelek giring e ku Ewropa giringiyê bi vê mijarê bide û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bike.

 

Serokwezîrê Nemsayê herwiha bi pêwîst jî da zanîn, weke hewlên xwe yên bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê, divê Yekîtiya Ewropayê pirsgirêkên Yemen û Lubnanê jî çareser bike.

 

S.S

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst