Kuwêt dê 500 milyon dolar bide koçberên Sûriyê

15-01-2014
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Mîrê Kuwêtê şêx Sebah el-Ehmed el-Cabir el-Sebah ragihand ku welatê wî dê 500 milyon dolarê amerîkî pêşkêşî koçberên Sûriyê bike.

Mîrê Kuwêtê îro di destpêka kongreya welatên alîkariyê pêşkêşî gelê Sûriyê dikin de ragihand ku hejmara kuştiyan li Sûriyê her ku diçe zêdetir dibe û diyar kir ku hemwelatiyên sûrî rastî karesateke mirovî ya rasteqîne dibin.

El-Sebah bang li hemû aliyên krîza Sûriyê jî kir ku çarenivîsa welatê xwe û selametiya gelê xwe li pêşiya berjewendiyeke din danin.

Ban Ki-moon: 40% ji nexweşxaneyên Sûriyê kar nakin

Ji aliyê xwe ve Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji ber krîza ku ev nêzîkî 3 salan li Sûriyê didome, ziyan gihiştiye nîvê xelkê wî welatî û 40% ji nexweşxaneyên Sûriyê kar nakin û 20% jî nikarin karên xwe berdewam bikin.

Ban Ki-moon daxwaz kir ku êş û azarên gelê Sûriyê bi dawî werin û got ku di sala borî de 1.3 milyar dolar ji bo gelê Sûriyê hat pêşkêşkirin, lê îsal pêwîstiya wan bi 6.5 milyar dolar heye.

Duyemîn kongreya welatên alîkariyê pêşkêşî gelê Sûriyê dikin bi beşdariya şandên ji nêzîkî 70 welatan li Kuwêtê hat lidarixstin.

Li aliyê din, berpirsa karûbarên mirovî ya Neteweyên Yekbûyî Valerie Amos diyar kir ku civaka navdewletî dixwaze 6.5 milyar dolar ji gelê Sûriyê re berhev bike.

Duh jî rêxistinên navdewletî yên ne hikûmî di civînelê de li Kuwêtê soz dank u nêzîkî 400 milyon dolar pêşkêşî koçberên sûrî bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst