Awustralya bi balafir û hêzên leşkerî tevlî şerê li dijî DAIŞê dibe

14-09-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Awustralyayê ragihand ku ew amade ne bi rêya şandina hêzên serbazî û çend balafirên şer beşdarî şerê li dijî DAIŞê bikin û karê wan serbazan jî dê şêwirmendî û perwerdekirina Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê be.

 

Serokwezîrê Australyayê Tony Abbott îro (14ê Îlûnê), ragihand ku ew dê 600 leşkerên xwe bişînin Iraqê û tevlî hêzên taybet yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bikin. Ew leşkerên Awustralyayê ji 400 leşkerên ezmanî û 200 leşker taybet pêk tên.

 

Li gor agahiyên Tony Abott, karên wan serbazan dê şêwirmendî perwerdekirina Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê be.

 

Biryar e ew 600 leşkerên awustralî li bingeha amerîkî ya li Îmaratên Erebî bi cih bibin.

 

Li gor wan agahiyan, dê welatê Awustralyayê 8 balafirên ji cûreyê FA18 ên şerker û çend cûreyên din ên balafiran bo karên cuda amade bikin û ligel wan leşkeran bişînin Îmaratê.

 

Ev gava Awusrtalyayê piştî wê yekê tê avêtin ku di meha borî de alîkariyên mirovî, leşkerî û kelûpelên leşkerî gihandin Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de.

 

Derbarê çawaniya tevlîbûna Awusrtalyayê di şerê li dijî DAIŞê de û wan hevkariyên ku dê bişîne, Tony Abbott ragihand ku wan gotûbêj ligel Serokê DYAyê Barack Obama û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û berpirsên Îmaratên Erebî kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst