Dusseldorf (Rûdaw) - Komisyona Yekîtiya Ewrûpaye ji welatên endam re pêşniyar kir ku di du salên pêş de 20 hezar penaberan bihewînin.
Duhî Komisyona Yekîtiya Ewrûpayê li Brusselê pakêta xwe ya koçberiyê eşkere kir û di çarçoveya wê pakête de ji welatên Yekîtiya Ewrûpayê re pêşniyar dike ku di du salên pêş de destûr bê dayîn ku 20 hezar penaber bi rêyên fermî derbasî Ewrûpayê bibin.
Komisyona Yekîtiya Ewrûpayê dixwaze wan 20 hezar penaberan li gor sîstemeke kotayê li ser welatên Ewrûpayê belav bike. Bi sedî 18,42ê wan penaberan piranî wan penaberan wê bibin para Almanyayê, di rêzên du û sê de Frensa û Îtalya tên.
Ji bo diyarkirina para her welatekî, hejmara niştecihên wî welatî û hêza wî ya aborî bi her yek ji sedî 40, hejmara penaberên heta niha hewandî û rêjeya bêkariyê jî bi her yek ji sedî 10 di nav hesab de cîh digirin.
Wekî din Komisyona Yekîtiya Ewrûpayê pêşniyar dike ku dijwartir li dijî komên çeteyan yên qaçaxçiyên mirovan bê rawestandin, herwiha rêya hatina Ewrûpayê ji bo kesên xwendî bê hêsankirin.
Ev pêşniyarên Komisyona Yekîtiya Ewrûpayê divê beriya ku bibin biryar ji aliyê welatên endam ve werin erêkirin.
Brîtanya yek ji wan welatan e ku li dijî van pêşniyarên Komisyona Yekîtiya Ewrûpayê ye û diyar kir ku ewê li dijî “bangên ji bo bicihkirin û belavkirina bi zorê ya penaberan li Ewrûpayê“ rawestin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse