Serokê opozîsyona Îsraîl: Tundûtîjiya li Sûriyê 'Holokost' e

15-05-2014
Mihyedîn Hisên
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyê opozîsyona Îsraîlî Isaac Herzog tundûtîjiya li Sûriyê weke qelandina cihûyan li ser destê Naziyan binav kir.

Radyoya Îsraîl a fermî ji zarê serokê partiya kar ragihand ku bêdengiya navdewletî li hember kuştina ku li Sûriyê çedibe weke bêdengiya li hember holokostê ango qelandina Cihûyan li ser destê Naziyan e.

Gotinên Herzog di civîneke taybet a parlementoya Îsraîlê (Kinêst) de bûn ku ji bo bîranîna salvegera 69an a şikestina Almanyaya Nazî hatibû lidarxistin.

Tê zanîn ku Holokost ew karên tundûtîjiyê ne ku hikûmeta Almanyaya Nazî derheqê Cihûyan di dema Şerê Cîhanî yê Duyem de pêk anîbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst