Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto li ser civîna xwe Nêçîrvan Barzanî got, “Min bi serokekî bêhempa re civîneke bêhempa kir.”
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îro dest pê kir û Serokê Herêma Kurdistanê jî yek ji beşdaran e.
Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya konferansê de bi Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto re civiya.
Guido Crosetto piştî civînê ji Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re got, “Min bi serokekî bêhempa re civîneke bêhempa kir.”
Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê diyar kir, “Me li ser Sûriye û Îraqê guftûgo kir, me li ser paşeroja Sûriyeyê guftûgo kir.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê dabû zanîn ku di civînê de “pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê, xurtkirina hevkariya hevbeş a di navbera her du aliyan de û rûbirûbûna gef û metirsiyên DAIŞê” hatine nirxandin.
#VÎDEO - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto li Munîhê li hev rûniştin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 14, 2025
🟥 "Rewşa Rojhilata Navîn" yek ji mijarên Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ye
#MSC2025 pic.twitter.com/jUUztsOPbN
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse