Televizyona Al Jazeera America dawî li weşana xwe tîne

14-01-2016
RÛDAW
Nîşan Al Jazeera America Tv Weşan
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Beriya derdorê sê salan kanala televizyonê “Al Jazeera America“ dest bi weşana xwe kiribû. Eşkere bû ku ev kanal dê di demek kurt de dawî li weşana xwe bîne. Li gor berpirsên Al Jazeera, kanal mesrefên xwe dernaxîne.

 

Weke ku diyar bû, kanala televizyona erebî ya Al Jazeera ya bi taybet ji bo DYA, wê dawiya Nîsanê weşana xwe rawestîne, du sal û nîvan piştî destpêkirina weşana xwe.

 

Li gor rojnameya brîtanî The Guardian, di demên dawî de, di demên herî baş de tenê 20.000 heta 40.000 kesan li “Al Jazeera America“ temaşe dikir.

 

“Al Jazeera America“ di 2013ê de bi nîv milyar Dolar kanala nûçeyan Current TV kirrîbû û li ser bingeha wê dest bi weşana xwe kiribû.

 

“Al Jazeera America“ di tevaya dema weşana xwe de nedikarî xwe ji tometbariya ku li dijî DYA û Îsraîlê weşanê dike, rizgar bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst