Marie Harf: Em bi tûndî li dijî gotinên Erdogan in

14-01-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Marie Harf, ragihand ku, ew bi tûndî li dijî gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan yên di derbarê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netahyahu de ne.


Di civîneke çapemeniyê de li Washingtonê pirsek ji berdevka wezaretê hat kirin ku hat gotin, Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan, Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu bi dirûtî û serkirdatiya welatê terorê tawanbar kir. Hûn li ser vê yekê çi dibêjin?.

Harf di bersiva xwe de diyar kir ku ew bi tûndî li hemberî vê helwestê radiwestin û ew bi tûndî li dijî gotinên Erdogan in.

Herwiha Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Marie Harf diyar kir ku pirsa çekdarên biyanî yên ku di rêya Tirkiyeyê re derbasî Sûriyê dibin, pirseke cidî ye.


Harf di got: “Em hemahengiyê ligel Tirkiyeyê dikin ji bo destnîşankirina awayê derbasbûna çekdarên biyanî ji bo Sûriyê û rêgirtin li wan.”


Bi gotina Harf, ji ber sînorekî dûr û dirêj yê Tirkiyeyê ligel Sûriyê heye, lewra ji hemû welatên din zêdetir, çekdarên biyanî ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyê dibin.

Peyamnêrê Rûdawê Namo Abdulla jî amade bû û ev pirs kir: “Piştî bûyerên Parîsê, hûn hewl nadin ku alîkariyên xwe bo Pêşmerge zêdetir bikin?”

Marie Harf jî wiha bersivand: “Em berdewam bûn li ser zêdekirina alîkariyan bo Hêzên Pêşmerge. Tenê ezê mînakekê ji te re bînim, ku di vê mehê de Pentagon ragihand ku perwerdekirina hêzên ewlehiyê yên Iraqê li navçeya Esed a Enbarê û Tacî ya Bexdayê dest pê kiriye û ew yek li 2 navçeyên din jî dest pê dike.

Ev bername bo wê yekê hatiye danîn, ku 12 tabûrên Iraqê werin perwerdekirin, ku ji wan 12an, 3 tabûrên Kurdistanê ne. Bi wê wateyê ku em alîkarî, çek û hemû hevkariyekê pêşkêş dikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst