Konsulxaneya Amerîka li Heratê rastî êrişê hat

13-09-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulxaneya Amerîka li bajarê Herat li başûrê Efxanistanê rastî êrişê hat. Tê gotin kuştî û birîndar hene lê heta niha hejmar nayê zanîn. Tevgera Taliban ragihand, teqîn xwekujî bûye û ji aliyê çekdarên wan ve hatiye kirin.

Li gorî nûçeya BBC, îro (13.09.2013) danê sibê teqînek mezin li ber deriyê konsulxaneya Amerîka li bajarê Herat li başûrê Efxanistanê pêk hat.

Li gorî nûçeyê, hêza teqînê wiqasî zêde bû ku cam û şûşeyên avahiyên ku bi sedan metre li avahiya konsulxanê dûr bûn, şikestin.

Li gorî agahiyan, piştî teqînê di navbera çekdarên Taliban û hêzên parastina konsulxanê de pevçûn derket û tê gotin hinek polîsên efxanî hatine kuştin û hinek jî birîndar bûne.

Berdevkê artêşa Efxanistanê ji BBC re ragihand ku ji ber teqînê amûrên ku bo parastina konsulxanê li derdora avahiya wê hatine danîn, têk çûn û êrişkeran gulle berdan avahiyê.

Ji aliyekî din, berpirsekî tevgera Taliban ji BBC re ragihand ku teqîn xwekujî bûye û ji aliyê hêzên wan ve hatiye kirin.

Hat gotin ku bombe di nav otomobîlekê de hatibû bicîhkirin.

Hêza piştevaniya ya navdewletî (ISAF) ku ji aliyê NATO ve hatiye damezirandin, di rûpela xwe ya twitterê de ragihand ku konsulxane niha di rewşek aram de ye û êrişker hemû hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst