Di Lûtkeya NATOyê de, welatên endam piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê dubare kirin

13-07-2023
Zinar Şîno
Di Lûtkeya NATOyê de, welatên endam piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê dubare kirin
Di Lûtkeya NATOyê de, welatên endam piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê dubare kirin
Nîşan Ukrayna Lûtkeya NATOyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di Lûtkeya NATOyê de, welatên endam piştgiriya xwe ya ji bo endamtiya Ukraynayê di hevpeymaniyê de dubare kirin.

Roja Çarşemê 12ê Temûza 2023an roja dawî ya Lûtkeya NATOyê li Vilnius a Lîtvanyayê bû. Serkirdeyên NATOyê kêfxweşiya xwe ji sozên ku ji bo piştgiriya Ukraynayê hatine dayîn re diyar kirin.

Serokê welatê ku mazûvaniya Lûtkeya NATOyê kir, peyama NATOyê ya ji Ukraynayê re wek eşkere pênase dike.

Serokê Lîtvanyayê Gitanas Nauseda got, “Ez dibêjim, ev yekem car e ku me bi zelalî armanca NATO ya ji Ukraynayê re nîşan da. Me hin pêşmercên zelal dan Ukraynayê, Encûmena Ukrayna-NATO heye ku çarçoveyeke saziyê ye û dema şert û merc pêk tên Ukrayna ji bo NATOyê tê vexwendin.”

Hatina Serokê Ukraynayê di lûtkeyê de peyamek pratîkî ye ji Moskowê re ku NATO piştgiriya Kyivê didomîne û her çend ew piştgirî bi dilê Zelensky nebe jî, ew wek baş pênase dikin.

Serokê Ukraynayê Volodomir Zelensky di Lûtkeya NATOyê de anî ziman, “Ji aliyê hevpeymanên me ve garantiyeke rast a ewlehiyê ji bo me nehatiye dayîn. Wate di awayekî yasayî garantiya me ya ewlekariyê ya rasteqîn heye û garantiyên me yên aborî, hevahengî û piştevaniya berevaniyê jî hene ku ev yek weke sembola wê yekê tê dîtin ku cûreyek sîwaneke me ya ewlehiyê heye.”

Li derveyî civînan Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis ji Rûdawê re got, “Em alîkariyên berfireh didin Ukraynayê. Bi baweriya min tu carî ew qas alîkarî ji bo piştgirîkirina welatekî ku hêjayî piştevaniya tam be, nehatiye kirin, ji ber ku niha Ukrayna bûye qurbaniya êrîşeke hovane. Ez dibêjim ku Ukraynayî ji piştgirîya ku em ji wan re pêşkêş dikin razî ne û ku wekî Yunanistan me tiştên pêwîst kirin û barê Ukraynayê siviktir kiriye û dê di şer de bi ser bikevin, ev peyamek girîng e ku divê em ji Vilnius bişînin.”

Serokên welat û hikûmetên her heft welatên mezin ên pîşesazî yên li ser rêbaza Rojava piştgiriya Ukraynayê dikin, di perwerdekirina hêzên deryayî û hewayî de jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst