Li ser “asîmîlasyon û entegrasyonê” navbera Viyana û Enqerê aloz bû

13-06-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Nemsayê (Austuriya) Sebastian Kurz, hişyarî da Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan û got, eger Erdogan di serdana xwe ya Viyanayê de peyamên mîna peyamên serdana xwe ya Almanyayê bide tirkên Nemsayê wê demê tirk dê zirarê bibînin. Tirkiyê jî li hember vê yekê bi tundî nerazîbûn nîşan da.

Wezîrê 28 salî yê Derve yê Nemsayê, Sebastian Kurz di hevpeyvînekê de digel rojnameyeke Nemsayê li ser serdana Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ya Viyanayê ragihand, divê Erdogan di serdana xwe ya Viyanayê de peyamên mîna “almanî fêr bibin û bi Nemsayê re rast bin” bide tirkên wir.

Sebastian Kurz, her wiha hişyarî dabû Erdogan ku eger peyamên mîna peyamên serdana xwe ya Almanyayê bide tirkan wê çaxê tirkên Nemsayê dê zirarê bibînin û wiha got: “Ez Erdogan hişyar dikim ew nikare civaka Nemsayê perçe bike. entegrasyon mijareke hestiyar e ji ber wê jî eger tiştek xelet were gotin dê zirarê bide me û atmosferê jehrî bike.”

Li hember vê yekê, alîkarê Erdogan ê bi navê Emrullah Îşler li dijî daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Nemsayê nerazîbûn nîşan da û ragihand, Erdogan ev 12 sal in serokwezîrê Tirkiyê ye û dizane li kuderê çi peyamekê bide ji ber wê jî ne hêza kesî digihê ku rê bide pêşiya wî ne jî heddê kesî heye vê yekê bike.

Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, di serdana xwe ya Cotmeha sala 2010an a Almanyayê de gotibû, asîmîlasyon sûcekî mirovahiyê ye û nabe ti gel û milletek were asîmîlekirin û bi vî awayî dijberiya xwe li hember siyaseta entegrasyonê ya Almanya anîbû ziman.

Tê gotin, Erdogan dê di demek nêzîk de serdana paytexta Nemsayê, Viyana, bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst