Amarîka daxwaza pêkanîna hikûmeteke berfireh ji Iraqê dike

13-05-2018
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin Iraq Amerîka Mike Pompeo
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji bo pêkanîna hiêlbijartinên parlamentoyê pîrozbahî li xelkê Iraqê kir.

 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di daxuyaniyekê de ragihand ku erkek girîng a parlamenterên nû hatine hilbijartin heye ew jî avakirina hikûmeteke berfireh ku bikare bersiva pêwîstiyên tevahiya xelkê Iraqê bide.


Mike Pompeo diyar kir ku welatî wî dixwaze proseya pêkanîna hikûmeta bixêrî birêve biçe û hêvî dike ku dahatûya Iraqê seqamgîr, aram û geştir be.


Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha amaje bi wê yekê kir ku Washington amade ye ligel berpirsên iraqî peywendiyên xwe yên dostane bihêz bike û hevkariyê bike bo seqamgîrî û aştiya Iraqê.


Duh şemiyê (12.05.2018) proseya dengdana hilbijartinên Parlementoya Iraqê li seranserê parêzgehên Iraq û Başûrê Kurdistanê birêve çû. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand, ku li seranserên Iraqê rêjeya beşdarbûna dengan %44 bûye û herwiha eşkere kir, ku dê encamên giştî jî di 48 demjimêrên pêş de werin eşkerekirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst