Belcîka dê li Sûriyê êrîşî DAIŞê bike

13-05-2016
RÛDAW
Nîşan Belcîka Şer DAIŞ Sûriye
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Hikûmeta Belcîkayê ragihand, ku dê firokeyên şer ên wî welatî li Sûriyê jî êrîşên esmanî li dijî rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) bikin.

 

Belcîka ku endama hevpeymaniya li dijî DAIŞê ye, meha Adarê bibû armanca rêze-êrîşên bombeyî yên DAIŞê ku herî kêm 35 kes di wan êrişan de hatibûn kuştin û bi sedan kes jî birîndar bibûnl

 

Li gorî daxuyaniyeka malpera Hikûmeta Belcîkayê, Wezîrê Karûbarên Derve û Wezîrê Bergiriyê yên Belcîkayê di civîna îro înê ya kabîneya hikûmeta wî welatî de li ser hurgilîyên êrîşên li Sûriyê axivîne.

 

Hikûmeta Belcîkayê dibêje, ew vê gavê di çarçoveya berfirehkirina şerê li dijî DAIŞê de diavêjin û tekez dike, ku Belcîka dê li ser karê rahênan û şêwirmendiya hêzên Iraqî berdewam be.

 

Belcîka ji dawiya 2014an ve tevlî welatên din ên hevpeymaniya li dijî DAIŞê bûye û êrîşên esmanî li Iraqê li dijî wê rêxistinê encam dide.

 

Hikûmeta Belcîkayê vê biryarê piştî êrîşên Parîs û Brukselê dide, ku zêdetirî 150 kes di wan êrişan de hatin kuşti. Beriya niha ji ber tirsa ketina nav şerekî berfirehtir, Belcîka red dikir, ku li Sûriyê êrîşên esmanî li dijî komên çekdarên tundrew û bi taybet DAIŞê pêk bîne.

 

Li Sûriyê heta niha ji bilî Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê, Brîtanya, Denmark û Hollenda êrîşên asmanî li dijî DAIŞê encam didin.

 

Hevpeymaniya Navdewletiya li dijî DAIŞê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê piştevaniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst