Li Venezuela xwepêşandanên dijî krîza avê û elektirîkê berdewam in

13-04-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Venezuela Av Krîz Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bilî rewşa siyasî û aborî ya xirab û tinebûna elektirîkê li Venezuelayê mijara tinebûna avê jî xelkê wî welatî bêzar kiriye û jiber vê yekê nişteciyên wê derê daketin ser cadeyan û daxwaza çareseriyek ji hikûmetê dikin daku avê çi bi riya tenkeran be yan jî bi riya boriyan be ji wan re peyda bike.

 

Nêzîkî du meh e krîza kêmbûna avê bestika xelkê Venezuelayê girtiye, bi taybetî li Caracasa paytexta wî welatî. Nerazîbûna xelkê navçeyên derdora Caracasê ye li dijî kêmbûna avê, bi kom rijiyane ser cadeyan û daxwaza çareseriyekê li hikûmetê dikin.

 

Welatiyê bi navê Jhony Peraza dibêje: “Ew çareseriya ku em hêvî dikin peydakirina avê ye, ne bi rêya tankeran, lê bi rêya boriyan. Wek berê avê peyda bikin, ew rojekê avê didin me, baş e rojên din çi bikin? Ava me qet nîne û ji destê vê bêaviyê dinalin.”

 

Xelk di rewşeke xirab de dijîn û her nikarin bi rêya tankeran jî avê bo malên xwe peyda bikin. Ev krîz bûne sedema nerazîbûn û bêzarbûna xelkê vî welatî û koçberbûna bi dehan hezar kesan ji Vanezuelayê bo welatên derdorê. Nebûna avê pirsgirêkeke mezin ji xelkê re çêkiriye û bûye sedema derketina krîzeke metirsîdar a mirovî li vî welatî, çendîn kes ji ber vê yekê nexweş ketine.

 

Welatiya bi navê Marta Palma dibêje: “Em li vê derê kom bûne daku peyama xwe bighînin, demeke dirêj e bê av in, herwiha av bi rêya tankeran jî nemaye. Divê destpêkê avê bi rêya tankeran bo me peyda bikin, bi taybetî jî bo kesên ku nexweşên wan hene, hinek ji me ji ber anîna avê nexweş ketine.”

 

Krîza siyasî û aborî çend sal e bestika Venezuelayê girtiye û niha jî krîza tinebûna avê û qutbûna elektrîkê jî hatiye ser. Hikûmet bi ser du aliyan de belav bûye û heta niha ti hêviyek nîne û çareserbûna vê rewşê û sozên çareserkirina rewşê jî ku ji aliyê Serokê Venezuela Nicolas Madurê û Serokê Opozisyonê Juan Guaido ku xwe wek serokê demkî yê welat daye nasandin, hatibûn dayîn nebirine serî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst