Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameya New York Times ya amerîkî (NYT) ragihand, hikûmeta Iraqê bi tundî çavdêriya şerê di navbera hêzên kurdî û çekdarên îslamî yên radîkal de li Rojavayê Kurdistanê dike. Li gorî NYTê, ev ji ber wê ye ku hikûmeta Bexdayê ditirse ku şerê han derbasî nav xaka Iraqê bibe.
Piştî ku deriyê sînorî yê Til Koçer ku dikeve navbera Rojavayê Kurdistanê û bajarê Mûsilê li Iraqê, ji aliyê hêzên YPGê yên girêdayî PYDê ve ji destê komên çekdarên îslamî yên radîkal ên Sûriyê hatibû derxistin, di cîhanê de bi taybet li Iraqê dengek mezin vedabû.
Hinek rayedarên iraqî ji vê yekê kêfxweş bibûn lê bi giştî Bexda bi awayekî îhtiyat nêzîkî vê yekê bibû.
Rojnameya NYTê raporek li ser rizgarkirina Til Koçer (bi erebî El Yeiribiye) ji aliyê hêzên PYDê belav kir û ragihand, PYDê li ser sînorê navbera Sûriye û Iraqê hinek deverên stratejîk xistiye bin kontrola xwe lê tişta ku Bexdayê ditirsîne ew e ku şerê navbera hêzên PYDê û çekdarên îslamî de derbasî nav xaka Iraqê bi taybetî deverên sunnî bibe, ev jî dibe sedema wê ku Iraq bi tundî çavdêriya şer bike.
Rojnamê li ser zarê şêwirmendekî hikûmeta Iraqê di warê ewlehiyê de Elî Heyderî diyar kiriye ku ew deverên sînorî ji hemûyan re girîng in lê her çawa be ewlehiya Iraqê tehdîd dike.
Li gorî raporê, şer û pevçûnên li ser sînorê Sûriye û Iraqê zirarê nade Beşar Esed lê tirsa wê heye zirara wî şerî bigihîje bajarê Mûsilê yê Iraqê.
Di beşek din a rapora NYTê de hatiye gotin ku xelkê bajarê Mûsilê dixwazin deriyê sînorî bikeve destê PYDê ji ber ku li gorî wan hebûna çekdarên Cebhet el Nusra li wan deveran gefek ciddî li ser jiyan û asayişa wan e.
Di rapora rojnameyê de her wiha hatiye eşkerekirin ku her hefte lêjneyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi awayekî veşartî li ser rewşa bakûrê rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) dicivin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse