Endamê Kongreya Amerîkayê: Gefên li kurdan dibin bê bersiv namîne

12-10-2017
RÛDAW
A+ A-

Washington (Rûdaw) –  Endamê Kongreya Amerîkayê Trent Franks derbarê wan gefên ku li Kurdan têne kirin da xuyakirin ku nabe rê bidin ku gef li kurdan bibin û dibêje ew yek bê bersiv namîne.

 

Endamê Kongreya Amerîkayê Trent Franks di daxuyaniyekê de derbarê gefên ji ber giştpirsiyê li Herêma Kurdistanê dibe de got: “Li hemberî Kurdistaneke azad û serbixwe gef û hewldan hene ku dixwazin hêviyan tine bikin.”

 

Trent Franks  da xuyakirin ku hewlên dijayetîkirina Kurdistana azad û serbixwe hene û her yek ji Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyê weke çete wesif kir û got, ew welat gef in ji bo ser Kurdistaneke azad û serbixwe.

 

Franks wiha got: “Ev 4 dewletên herêmî, gef in li  ser Kurdistaneke azad û serbixwe. Gelo dê cîhan çavê li ser gefên dorpêçkirin û midexaleyên serbazî bigre? Pêwîst e ku Amerîka serkêşiya cîhanê bike ji bo berevanîkirina wan welatên ji ber diyarkirina çarenivîsa xwe gefan li wan têne kirin.”

 

Endamê Kongreya Amerîkayê herwiha anî ziman ew helwesta Îran, Iraq û Tirkiyê û Sûriyê li beramberî kurdan ku hevpeymanê Amerîka ne, şermezar dike û da ku ew yek bê bersiv namîne dê çi ji desta bê bike.

 

Kongirêsmanê Amerîkî, Trent Franks beriya niha projeyasayek derbarê Kurdistanê de pêşkêşî kongirêsa welatê xwe kir, ku têde daxwazê dike, Amerîka piştevaniya referandum û serxwebûna Herêma Kurdistanê bike.

 

Treth Franks pêşbînî dike, ku di rojên pêş de piştgiriya ji bo kurdan li Kongresa Amerîkayê zêdetir bibe.

 

Hêjayê gotînê ye duh roja çarûema 11ê îlonê 2017an Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihandibû, peyamên tund û metirsîdar ji hêzên iraqî gihîştine wan ku dixwazin êrişeke mezin bikin ser başûr û rojavayê Kerkûk û bakurê Mûsilê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst