Fuad Hisên naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Papayê Vatîkanê aşkere kir

12-01-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Fuad Hisên Kurdistan Nêçîrvan Barzanî Vatîkan Papa Francesco
A+ A-

Roma (Rûdaw) - Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re naveroka civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Papayê Vatîkanê, Papa Franchesco aşkere kir.

 

Fuad Hisê ragihand, di civîna ligel Papa Francesco de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  behsa pêwendiya navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa siyasî û aboriya Herêma Kurdistanê, şer û qurbandîdana pêşmerge li dijî DAIŞê û rewşa koçber û penaberan û bi taybet jî rewşa koçberên Krîstiyanan kir.

 

Bi gotina Hisên, di civînê de Papayê Vatîkanê derbarê wan mijarên behskirî de çend pirs ji Serokwezîr pirsî û Nêçîrban Barzanî jî bersiva wan pirsyarên Papa da.

 

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir, di civînê de herwiha behsa rola Vatîkanê li ser asta navdewletî û ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê hat kirin û hat gotin, ku Vatîkan dikare ji bo çareseriya aştiyane ya arîşeyan roleke mezin bibîne.

 

Fuad Hisên herwiha aşkere kir, ku Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Vatîkanê Pietro Parolin re jî civiyaye.

 

Hisên got, di civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Vatîkanê Kardînal Pietro Parolin de, bi hûrgilî behsa gelek pirsan hat kirin, ku yek ji mijaran ew bû ku gelo Vatîkan dikare li ser asta navdewletî çi ji Herêma Kurdistanê re bike.

 

Di derbarê serdanên serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bo welatên Ewropayê de jî Fuad Hisên ji Rûdawê re eşkere kir, Bexda siyaseta dûrxistin û veqetandina Herêma Kurdistanê ji civaka cîhanî cîbicî dike, lê belê di vê siyasetê de dê şikestinê bîne.

 

Derbarê hilbijartinên Iraqê û bandora wan li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê de jî, Fuad Hisên dibêje, hilbijartinên Iraqê dê bandore li pêwendiyan bikin û herî dawî dê Hewlêr û Bexda dest bi danûstandin û gotûbêjan bikin, lê belê her çiqas zûtir civîn dest pê bike û berî hilbijartinan ve, baştir e.

 

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê Rêzan Qadir jî îro ji Rûdawê re ragihand, ku “Papayê Vatîkanê pir giringiyê dide peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê. Ji ber vê yekî civîna îro pir giring e.”

 

Şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de duh Pênşemiyê çûbû Vatîkanê.

 

Di şanda Herêma Kurdistanê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdstanê Fuad Hisên û Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê Rêzan Qadir cîh digrin.

 

Nivîsîn: Sîna Soma

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst