Navenda Nûçeyan - Berdevkê Koşka Kremlînê Dmitry Psekov got, “Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn niha mijûlê amadekariyên hevdîtinên Astana ye, ku tê pêşbînî kirin di rojên pêş de were lidarxistin.”
Îro pênşemî 12ê Çileya 2017ê Berdevkê Koşka Serokatiya Rûsyayê (Kremlîn) Dmitry Peskov di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re ragihand, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn mijûlî amadekariyan bo birêvebirina muzakereyên Astanayê dike.
Peskov da xuyakirin: “Îro di rojeva serok de pirsên mijarên navnetewî, navxweyî û herêmî hene. Lê îro serok mijûlî amadekariyên hevdîtinên Astanayê ye, ku biryar e rojên pêş de were lidarxistin.”
Psekov tekez kir: “Di vê çarçovê de serok Pûtîn di pêwendiyeke telefonî de, ligel serokomarê Kazaxistanê Nûrsûltan Nazarbayev axivî û gotûbêj li ser amadekariyên hevdîtinên Astanayê û hevkariyên du alî kir.”
Berdevkê Koşka Serokatiya Rûsyayê herwiha destnîşan kir: “Di nava rojê de serok Vladîmîr Pûtîn dê çend pêwendiyên telefonî derbarê amadekariyên Astanayê de bike û ezê ji we re rabigînim.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse