5 hezar kes ji aliyê komên tundrew ve hatin kuştin

11-12-2014
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan- Li gor lêkolînekê, di meha borî de zêdetirî 5 hezar kes di encama êrîşên komên îslamî yên tundrew de li seranserê cîhanê hatine kuştin.

 

Di lêkolînê de ku ji aliyê BBC û Zanîngeha King a Londenê ve hatiye pêkanîn, hatiye gotin ku di meha mijdarê ya borî de 5 hezar û 42 kes li 40 welatên cîhanê di encama 664 êrîşên komên çekdarî de hatine kuştin.

 

Li gor wê lêkolînê, hejmara herî zêde ya kuştiyan li Iraq, Nijerya, Exganistan û Sûriyê bû. Iraq jî di pileya yekemîn de tê ku 1770 kes di encama 233 êrîşan de li wî welatî hatine kuştin, herwiha li Sûriyê jî nêzîkî 693 kesan hatine kuştin.

 

Lêkolîn diyar dike ku di nava 16 grûpên radîkal de yên ku ew êrîş pêkanîne, êrîşên DAIŞê yên herî xwînî bûn ku bi tenê li ser destê çekdarên wê rêxistinê, 2 hezar û 206 kes li Sûriyê û Iraqê hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst