Jake Sullivan: Xwepêşanderên Îranî rûmeta xwe dixwazin

11-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê careke din tekezî li ser piştgiriya Waşingtonê bo xwepêşandanên li Îranê kir û ragihand, ewên xwepêşandanan dikin Îranî ne û daxwaza mafên xwe yên bingehîn û rûmeta xwe dikin.

Jake Sullivan roja Duşembê 10ê Cotmeha 2022 di peyamekê de li ser twitterê behsa xwepêşandanên li Îranê kir û careke din piştevaniya welatê xwe bo xwepêşanderên Îranî nîşan da.

Sullivan ragihand: “Cîhan bûyerên li Îranê dişopîne. Di dawiya vê heftiyê de xwepêşanderên bê guneh ku di nava wan de keçeke ciwan hebûn, bi teqeyê hatin kuştin û Serokkomarê Îranê jî xwepêşander wek mêş bi nav kirin.”

Serokkomarê Îranê berî çend rojan serdana Zanîngeha El-Zehra ya li Tehranê kiribû ku ew çend roj in nerazîbûna xwendekarên wê zanîngehê berdewam in û di axaftinekê de behsa xwepêşandanên li Îranê kiribû û gotibû: “Ey mêş, qada Sîmorxê ne cihê bazdana te ye”. Medyayên ser bi hikûmeta Îranê ve paşê belav kirin ku mebesta Îbrahîm Reîsî ji gotina mêşê, “dijmin” bûye, lê diyar nekirin ku dijmin kî ye an kî ne.

Di beşeke din a peyama xwe de, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê dibêje, “Xwepêşander Îranî ne û ji aliyê jinan û keçan ve tên serkirdayetîkirin û daxwaza mafên xwe yên bingehîn û rûmeta xwe dikin. Em piştgiriya wan dikin, wan aliyan jî berpirsyar dibînin ku tundî bi kar anîne di hewldaneke bê mifa de ji bo bêdengkirina dengên wan.”

Ew bû çar heftî ku wepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ku ji ber bûyera canjidestdana keça Kurd a 22 salî Jîna (Mehsa) Emînî dest pê kirine, berdewam in û hêzên emnî yên Îranê hewl didin bi bikaranîna tundiyeke zêde dawî li wan xwepêşandanan bînin.

Xwepêşandanan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û bi awayekî bilez li seranserê Îranê belav bû.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, di xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de heta niha 185 xwepêşander hatine kuştin ku 19 ji wan zarok bûne.

Ji ber tundiya hêzên emnî yên Îranê ji bo tepeserkirina xelkên nerazî û xwepêşanderan, heta niha Amerîka, Kanada, Brîtanya û Almanyayê hin ceza li ser saziyên leşkerî û emnî yên Îranê sepandine.

Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê jî heftiya bihorî daxwaz ji welatên endam kir ku li beramber tundiya hêzên emnî yên Îranê helwesta xwe diyar bikin û sizayan li ser Îranê bisepînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst