Kurdên Almanyayê ji bo Kobanî daketin kolanan

11-10-2014
RÛDAW
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) – Kurdên niştecihên welatê Almanyayê bo piştgiriya Kobanî û rexnekirina helwesta Tirkiyeyê li hember DAIŞê xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandan îro li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê birêve çû û bi deh hezaran kurdên niştecihên wî welatî tê de beşdar bûn.

Di xwepêşandanê de, Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Thomas de Maiziere di daxuyaniyekê de bo rojanmevanan ragihand: “Em piştevaniyê li her xwepêşandaneke aştiyane dikin, ku kurdên li Almanyayê li dar bixin.”

Thomas de Maiziere wiha domand: “Lê bi wê mercê ku xwepêşandan bi awayekî xerab neyê bikaranîn û şerê derve neynin nava Almanyayê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst