Wezîra Îsraîlî: Divê Amerîka piştgiriyê bide referanduma Kurdistanê

11-09-2017
Rûdaw
Nîşan Kurdistan Referandum Serxwebûn Îsraîl Wezîra Dadê ya Îsraîlê Ayelet Şaked Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîra Dadê ya Îsraîlê daxwaz ji Amerîkayê kir, ku piştgiriyê li referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê bike û dibêje: “Dewleta Kurdistanê ji bo rojava û Îslarîlê mifadar dibe.”

 

Wezîra Dadê ya Îsraîlê Ayelet Şaked îro duşembî 11ê Îlona 2017ê di konfransekê de li Til Aviv a paytexta Îsraîlê ragihand, Îsraîl piştevaniyê li serxwebûna Kurd, û bi kêmanî piştevanî li serxwebûna Kurdên Iraqê dike.

 

Ayelet Şaked di konfransa taybet bi rûbirûbûna terora navdewletî de, da xuyakirin, ku Îsraîl û welatên rojavayî berjewendiyekî mezin di damezrandina dewleta Kurdistanê de hene.

 

Wezîrê Dadê yê Îsraîlê herwiha destnîşan kir: “Ez di vê baweriyê de me, ku niha dema wê yekê hatiye, Amerîka piştevaniyê li wê proseyê (referanduma Kurdistanê) bike.”

 

Daxuyaniya Wezîra Dadê yê Îsraîlê di demekê de ye, ku pêştir Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî di civînekê de li gel 33 endamên Kongreya Amerîkayê ragihandibû, ku pêwîst e Kurd bibin xwediyê dewletekê û piştgiriya xwe bow ê yekê anîbû ziman.

 

Referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê biryar e, ku di 25ê Îlona îsal de yanî 14 rojên din birêve biçe.

 

Tevî nerazîbûn û dijatiya hin welatên herêmî û cîhanî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di daxuyaniya herî dawîn a xwe ya li gel BBC Persian de ragihand, ku bi ti awayî referandum nayê paşxistin û dê di dema xwe ya diyarkirî de were sazkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst