Amerîkayê bac li ser berhemên Tirkiyê zêde kir

11-08-2018
RÛDAW
Nîşan Amerîka Tirkiye Hesin Pola Bac
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hikûmeta Amerîkayê ji bo zêdekirina heqê gumrigê yê hesinê pola bi rêjeya %50, dem diyar kir.

 

Daxuyaniya ku bi îmzeya Serokê Amerîkayê Donald Trump hat belavkirin, eşkere dike:

 

“Ji bo kêmkirina hawirdeya hesinê pola û zêdekirina bikaranîna berhemên navxweyî, min biryar da ku ji 13ê Tebaxê şûnde, gumriga hesinê pola ku ji Tirkiyê tê hawidekirin, pêwîst e bi rêjeya ji sedî 50 were kirin û ev guncaw e.”

 

Wezîrê Bazirganî yê Amerîkayê Wilbur Ross jî di daxuyaniya xwe de got: “Serok Trump rêjeya %25 a gumriga hesinê pola ku ji Tirkiyê tê hawirdekirin, bo %50 zêde kir.”

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû, heqê gumrigê yê li ser pola û alumînyumê dê bike du qat û %50 û %20 baca gumrigê li ser wan bisepîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst