Galeriya wêneyan

11-05-2017
13 Photos
RÛDAW

Sao Paulo (Rûdaw) – Bajarê Sao Paulo ku yek ji bajarên mezin ên Brazîlê ye, li wî welatî weke bajarê hunerê tê naskirin. Li bajarê Sao Paulo cadeyek bi navê Batman (Beco do Batman) heye ku hemû dîwarên li wî cadeyî bi wêne û nîgaran hatine xemildandin.

 

Cadeya Batman li Sao Paulo weke mezintirîn cadeya hunerî li cîhanê tê naskirin.

 

Xelkê ku li mal û dukanên wan li ser cadeya Batman in, bi xwe wê cadeyê paqij dikin û wêne û nexş û nîgarên li ser dîwar diparêzin. Rojane hejmareke zêde ya geştyaran (tûrîstan) jî ji bo girtina wêneyan li ber dîwarên wê cadeyê, serdana wê derê dikin.