Li Kenyayê otobûs wergeriya: 50 kes mirin

10-10-2018
RÛDAW
Nîşan Kenya Otobûs Qeza
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li Kenyayê otobûseke rêwiyan ji kontrol derket û wergeriya. Di qezayê de 50 kes mirin. 

 

Li gor agahiyan, otobûsa ku 52 rêwî tê de bûn û dixwest ji bajarê Naîrobiyê biçe bajarê Kakamegayê ji rê derket û wergeriya. Di qezayê zarok jî di nav de bi tevahî 50 kes mirin. 


Komîserê Herêma Geliyê Rîftê Francîs Munyambu got ku birîndar rakirine nexweşxaneyên derdorê. 


Li Kenyayê her sal di qezayên de qasî 3 hezar kesî jiyana xwe ji dest didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst