Danîmarka ji tirsa sûcdariya ciwanan xalên kontrolê bi Swêdê re datîne

10-08-2024
RÛDAW
Danîmarka ji tirsa sûcdariya ciwanan xalên kontrolê bi Swêdê re datîne / Wêne: Ji dîmenan
Danîmarka ji tirsa sûcdariya ciwanan xalên kontrolê bi Swêdê re datîne / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Danîmarka Swêd Sînor
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Polîsên Danîmarkî ragihand ku di heyama kêmtirî salekê de 11 dosyayên tawankariya ciwanên herzekar ên xwedî welatînameya Swêdî li Danîmarkayê hatine tomarkirin.

Tenê di hefteya borî de, sê xortên di bin hejdeh saliyê de ji ber hewldana kuştinê yan gulebarankirinê yan jî hewldana teqandina cihan hatine girtin.

Wezîrê Dadê yê Danîmarkayê Peter Hummelgaard got ku ew dê her tiştî bikin da ku ew sûcên organîzekirî hîn bêtir ji Swêdê neyên Danîmarkayê.

Peter Hummelgaard dûr jî nexist ku dest bi danîna xalên kontrolê yên sînorî bi Swêdê re bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst