Hewlêr (Rûdaw) - Almanya biryar da, ku li ser sînorê xwe kampan ava bike û koçberên ku bi qaçaxî ji welatên derdorê derbasî Almanya dibin, wan li wir heciz bike û piştre wan vegerîne welatên ku jê hatine.
Şêwirmenda Almanya û wezîrê navxwe yê wî welatî li hev kirine, ku ew kamp werin avakirin, tevî ku hinek alî li Almanya li dijî wê yekê derdikevin û dibêjin, ew kampên li ser sînor weke zindanê ne û her demê xeter heye, ku koçber werin vegerandin.
Ew kamp dê weke tranzîta balafirxaneyan bin, koçberê ku têde be, nabe derbasî nava axa Almanyayê bibe, û piştî ku hûrbînî pêre were kirin, dema ku derkete holê ku li cihekî din pençemora wî hatiye girtin, wê demê dê wî koçberî vegerînin welatê ku jê hatiye.
Herwiha koçberên di nava wan kampan de, dê nikaribin ji nava wan kampên ser sînor derkevin û bi kêfa xwe tevbigerin.
Piraniya koçberên ku ji rojhilata navîn û bakurê Afrîqayê berê xwe didin Ewropayê, diçin Almanyayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse