Bosna ji ber koçberan naxwaze bibe zêrevanê sînorên Ewropayê

10-07-2018
RÛDAW
Bosna
Bosna
Nîşan Bosna Yekîtiya Ewropayê Koçber
A+ A-

Bosna (Rûdaw) – Koçberên Bosne di rewşeke xerab de dijîn û ew welat naxwaze bibe weke pasewanekî ji bo sînûrên Yekîtiya Ewropayê.

 

Di demekê de ku welatên Yekîtiya Ewropayê li çareseriyeke hevbeş digerin daku krîza koçberan çareser bikin, Bosna ku ne endamê yekîtiyê ye, lê ji welatên endam zêdetir ji dest pirsa koçberan dinale.

 

Zêdebûna koçberan li Bosnayê, bandor li aboriya wî welatî kiriye û hevdem ji ber girtina sînorên welatên din, çend bijardeyek li ber destê wî welatî mane. Koçberên li Bosnayê mane di rewşeke xirab de dijîn, hevkarî kêm e û tenê akinciyên navçeyê alîkariya wan dikin.

 

Xwebexş Zehîda Bîhoraç dibêje: “Li vê derê rewşa jiyanê gelekî xirab e, xelk nikarin xwe bişon. Ev yek bo jinan û zarokên biçûk pirsgirêkeke ciddî ye ku pêdiviya wan bixweşûştinê heye, lê li vir tenê ava sar heye. Lewra hejmarek jin, bi taybetî jinên du canî dibin malên xwe. Lê di vê germayê de pêwist e rojane mirov du yan sê caran xwe bişo, ne çend roj carek."

 

Bosna tenê rêyeke bo derbasbûna koçberan, ne cihekî mane ye. Koçber naxwazin li vir bimînin û dixwazin rêya xwe temam bikin û bighin welatên rojavayê Ewropayê. Lê ligel vê jî hejmara wan koçberên ku rojane dighin vê derê, ji ya yên ku vir bicîh dihêlin zêdetir e.

 

Erkdarê Rêxistina Xaça Sor Selam Mizdibiç jî diyar dike: “Hejmara koçberan roj bi roj zêdetir dibe. Ev tiştekî zelal e. Herwiha rojane li derdora vê avahiyê çadirên nû tên danîn."

 

Rewşa cografî ya Bosnayê coreke ku bûye deriyê Ewropayê, lê ew welat naxwaze bibe zêrevanê sînorê Yekîtiya Ewropayê. Bosa û Yekîtiya Ewropayê hewl didin çareseriyeke hevbeş bibînin daku alîkariya Bosnayê bê kirin û Bosna jî bihêle Yekîtiya Ewropayê navendeke wergirtina koçberan li wê derê veke.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst