Galeriya wêneyan

10-05-2018
17 Photos
RÛDAW

Koln (Rûdaw) - Îro proseya dengdanê bo hilbijartinên parlamentoya Iraqê li Almanya  dest pê kir û dengdana îro taybet bi dengdana taybet e, ku tevî destpêkirina vê proseyê li navxweyê Iraqê, li derveyî welat û çend welatên cîhanê ku welatiyên iraqî lê dijîn, jî dest pê kiriye. 

Di çarçoveya amadekariyên Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê yên bo birêveçûna xûla çarem a hilbijartinên parlamentoya Iraqê, li çend bajar û bajarokên welatên cuda cuda yên cîhanê jî, navendên dengdanê hatine vekirin, ku hemwelatiyên Iraqê yên  li wan welatan dijîn, dikarin îro biçin ser sindoqên dengdanê û beşdarî di hilbijartinan de bikin.

Nêzîkî 900 hezar kes ji welatiyên iraqî yên ku li derve dijîn, mafê beşdarîkriina di hilbijartinan de hene. Komîsyona Hilbijartinan jî li 21 welatan sindoqên dengdanê danîne û li gorî ciyawaziya demê jî di rojên 10 û 11ê Gulanê de ji demjimêr 07:00ê sibehî ve heta 18:00ê êvarî navendên dengdanê li derveyî welat vekirî dibin, daku dengderên iraqî bikarin biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê herwiha li welatên Urdin, Tirkiye, Îran, Îmarat, Lubnan, Misir, Danmark, Holanda, Brîtanya, Almanya, Kanada, Amerîka, Swêd, Awustralya, Norwêc, Nemsa, Fenldan, Belcîka û New Zealandê ofîsên xwe vekirine.