Wesyeta Danielle Mitterrand derbarê Kurdan de

10-03-2018
RÛDAW
Şanda Herêma Kurdistanê li Parîsê tacegul danî ser gora Danielle Mitterrand
Şanda Herêma Kurdistanê li Parîsê tacegul danî ser gora Danielle Mitterrand
Nîşan Danielle Mitterrand Wesiyet Kurd Kurdistan
A+ A-

Parîs (Rûdaw) – Şanda Herêma Kurdistanê li Parîsê serdana gora Danielle Mitterrand kir û tacegulek danîn ser gora wê. Danielle Mitterrand, wek dost û dilsoza gelê Kurd dihat naskirin û Serokê Weqfa Mitterrand bi rêya Rûdawê wesyeteke wê ya derbarê Kurdan de eşkere kir.

 

Serokê Weqfa Danielle Mitterrand li Parîsê yekem car bi rêya Rûdawê eşkere kir ku neh sal berî niha Danielle Mitterrand jê re gotiye; hêvîdar e piştî mirinê jî, komeleya wê hevkar û dilsozê Kurd bin, ji ber Kurd hêjayê vê yekê ne.

 

Danielle Mitterrand, wek dayîka Kurdan tê binav kirin, ew hevsera Serokê Berê yê Fransayê François Mitterrand e, ku wek dost û dilsozê gelê Kurd tê naskirin. Wê dema ku bi asanî dengê Kurdan nedigehişt cîhanê, nûnerên welatên cîhanê kom dikirin û derbarê rewşa Kurdan de agahî didan wan.

 

Di vê derbarê de Serokê Weqfa Madam Mitterrand, Michel Jully wiha dibêje: “Ez dikarim behsa gelek tiştên xatûn Mitterrand ên derbarê Kurdan de bo we bikim, lê ya herî girîng peyama wê ya dawî bû bo min, dema di sala 2009ê de bi hev re me serdana Kurdistanê kir, dema vegeriyan Parîsê di nav firokexaneyê de, ji min re got: Hêvîdar im piştî mirina min, weqif li ser hevkarîkirina Kurd û dilsoziya bo Kurdan berdewam be, hêvîdar im ew alîkariyên min kirine, hun zêdetir li ser berdewam bin û tişta ji destê we were, bi navê min û weqfê bo Kurdan bikin, ji ber Kurd hêjayê wê hevkarî, piştgirî û dilsoziya me ne.”

 

Danielle Mitterrand bi dirêjahiya temenê xwe piştgirî û hevkariya gelên blindest dikir. Ji nêzîk ve haya wê ji dîroka gelê Kurd hebû û di hemû qonaxên cuda û parastina mefê gelê Kurd de rolekî girîng dîtiye. Roleke wê û hevjînê wê François Mitterrand a zêde hebû bo derxistina biryara hejmar 688 a Encûmena Ewlekariyê û çêkirina xeta qedexeya firînê. Di yekem civîna Parlamentoya Kurdistanê ya di 1992ê de li Hewlêrê bû û beşdarî rûniştinê bû.

 

Xebata Danielle Mitterrand û dilsoziya wê bo gelê Kurd, wiha kiriye ku Kurd dilsozê wê xatûnê bin, loma piraniya wan şandên ku ji Herêma Kurdistanê serdana Fransayê dikin, di derfetekê de serdana gora Danielle Mitterrand jî dikin.

 

Danielle Mitterrand di meha Teşrîna 2011ê de koça dawî kiriye, lê ligel koçê jî karên wê yên xêrxwazî ranewestiyane, ji ber berç koça dawî saziyek bi navê France Liberty damezrand û heta niha jî di karê xêrxwazî û hevkariya însanî de aktîf e.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst