Galeriya wêneyan

09-12-2023
18 Photos
Bilind T. Abdullah

Li bajarê Cideyê yê Erebistana Siûdiyê xelatgirên 3yemîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Deryaya Sor şeva pêncşemê hatin eşkerekirin.

Stêrkên cîhanê di merasîma xelatdayînê de dîsa xuya bûn.

Stêrkên wek Nicolas Cage, Halle Berry, Jason Statham, Catherine Martin, Buzz Lorman, Alia Bhatt, Andrew Garfield, Adrienne Brody, Gwyneth Paltrow, Henry Goulding û Adrienne Brody bi hezkiriyên xwe re wêne girtin.

Di beşa kurtefîlman a festîvalê de, kurtefîlma Kurdî ya bi navê "Çente" ya bi derhêneriya Saman Husênpurê ji Rojhilatê Kurdistanê, Xelata Zîv wergirt.

Di festîvala ku 30ê Çiriya Paşînê dest pê kir û dê îro bi dawî bibe de, zêdetirî 64 fîlmên cuda hatin nîşandan.

Di Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Deryaya Sor de 36 fîlmên dirêj û kurt ji Erebistana Siûdiyê, 11 fîlm di beşa "Berhemên Erebî" de û 17 fîlm di kategoriyên çîrok, belgefîlm û anîmasyonê de ji hemû welatên Asya, Afrîka û welatên Erebî cih girtin.