Guantanamo (Rûdaw) - Dadgeha Leşkerî ya Guantanamoyê bi qasî hefteyekê li ser dosyeya yek ji serkirdeyên El Qaîdeyê Neşwan Ebdulrezaq lêkolîn kir. Ebdulrezaq beriya niha di medyayê de wek “Serkirdeyê Kurd ê El Qaîde” dihat binavkirin.
Rûdaw ji bo pirsên nehatine bersivandin gihîşt Guantanamoyê. Neşwan Ebdulrezaq bi rastî jî Kurd bû? Ji kuderê bû? Çawa bû cîgir û şêwirmendê Usame Bîn Ladîn?
Rêya gihîştina Guantanamoyê
Tekane rêya gihîştina ji bo Guantanamoyê di ser artêşa Amerîkayê re tê pêkanîn. Rêwitiya Rûdawê ji bo Guantanamoyê jî li Firokexaneya Leşkerî ya Andrewsê, ku 20 kîlometreyan nêzikî Washingtona paytexta Amerîkayê ye, bi balafira taybeta Air Force One ya ji aliyê Serokê Amerîkayê ve tê bikaranîn, dest pê kir.
Em sibehê di demjimêr 06:00a de gihîştin firokexaneyê. Li wir xanimeke rûken bi cilûbergên sivîl pêşwaziya me kir û bi awayekî kurt û xulaseyî xwe da nasîn: “Ez fermandar Candes Thresh. Ji vir û şûnde ez dê bi xwe bi karên we re mijûl bibim. Lê ji ber ku ez dê nikaribim li gel we werim, lêborînê ji we dixwazim.”
Fermandar Trhesh got balafira me dê di demjimêr 10:20a de rabe û ev yek jî lê zêde kir: “Li Andrewsê demjimêrên ji bo firîn û daketina balafiran zû diguherin.”
Wiha jî bû. Beriya ku demjimêr bibe 10:00, leşkerek ket hundir û bi dengekî xurt û bihêz got, “Rêwitiya we ji demjimêr 12:00ê nîvro hatiye paşxistin.” Paşê min bihîst ku jî hevalekî xwe got, “Dibe rêwitiya Serok Trump an jî cîgirê wî hebe.” Careke din vegeriya ser û ev tişt gotin: “Demjimêra firîna firokeya wê dê li gel firokeyeke din di heman demê de be, ji ber vê yekê dê hinekî bi derengî bikeve.”
Me biryar da ku li gel rojnamevanekî ji rojnameya Miami Herald, ku ew jî li wir bû, biçin ji bo pêdiviyên xwe danûstandinê bikin. Ji bo em karibin ji termînala firokexaneyê derkevin, divê leşkerek li gel me bihata. Fermandar Thresh ji bo me pêşengî kir.
Gava em vegeriyan termînalê demjimêr nêzikî 11:00a dibû. Peymanêra pîrejin a rojnameya Miami Herald ev 11 sal in di derbarê Pentagon, Guantanamo û mijarên leşkerî raportan amade dike. Gava hat gazîkirin, ku demjimêra rabûnê ya firokeya dê biçe Guanatanamoyê nêzîk bûye, peyamnêra pîr dikarîbû ji cixareya xwe tenê çend firk bikişanda. Bi lez û bez em di xalên kontrolkirinê re derbas bûn û li firokeyê siwar bûn.
2 hefteyan beriya ku ez werim vir, min bi rêya nameyên elktronîk li gel fermandar Thresh hevdîtin dikir. Li ser qaîdeyên medyayê, ku divê li Guantanamoyê guh li wan were kirin, hatibûm ronîkirin. Hinek ji wan qaîdeyan gelekî tund bûn û ez bi guman bûm, ku em dê karibim di bin wan qaîdeyan de li wir kar bikin. Dihat xuya ku tekane armanca vexwendina rojnamevanan a ji bo wir û dîtina wan a tiştên li wir bi awayekî rûxalî ew bû, ku xwe ji rexneyên di warê “azadiya fikrî û wergirtina nûçeyan” de biparêzin.
Li her goşeyên forkexaneyê leşker amade bûn. Li şûna polîsan leşkeran çente kontrol dikirin. Beşeke leşkerên jin jî bi karên me yên li firokexaneyê re mijûl dibûn.
Li termînala firokexaneyê nêzikî 50 kes li bende firokeyê bûn. Li beramberî min du kes rûniştibûn. Min serê xwe bi aliyê wan ve dirêj kir û pirsî: “Peywendiya we ya bi doza leşkerî re, ku dê li Guantanamoyê were birêvebirin, çi ye?”
Yekî ji wan got, “Ez di artêşê de general im, pisporê hiqûqê me.” Rêveberê hemû parêzerên peywirdar ên li Dadgeha Leşkerî ya Gûantanamoyê ye. Yên din jî hevalê xwe nîşan da û got, “Girîngiya min bi qasî wî tune ye, efser im û parêzerê Xalid Şêx Mihemmed im.” Paşê bişirî û got, “Bawer dikim tu Xalid nas dikî.”
Xalid Şêx Mihemmed yek ji plankerên êrîşa 11ê Îlonê tê qebulkirin. Xalid di Adara 2003a de li Pakistanê hat revandinû niha li Gûantanamoyê tê girtin.
Daketina li Guantanamoyê
Gava firokeya me daket Guantanamoyê em birin jûreke biçûk. Yek ji leşkerên li wir pasaport û destûra derbasûna me xwest. Paşê ji bo pêşengiyê ji bo me her yekî leşkerek hat peywirdarkirin. Leşkerekî ciwan hat gel min û silav da. Navê min û hemû zanyariyên nasnameya min dizanîbû.
Ji bo em karibin ji vir bigihêjin Guantanamoyê pêwîste em bi boteke leşkerî ava ku Guantanamoyê dike du beş derbas bikin. Kampa ku girtî lê dimînin, li aliyê din ê Gûantanamoyê bû.
Gava em gihîştin wir jineke peywirdar, ku pêşwaziya me kir, em fermoyê Navenda Çapemenî ya Guantanamoyê kir û qaîde bi bîr xistin: “Divê hûn di raporên xwe de behsa leşkerên me nekin. Girtina wêneyên serçavên av, elektrîk û girtîgehê qedexe ye. Ji bilî pênûs û kaxezê tiştekî din ji bo salona dadgehê nayê girtin. Ger hûn bixwazin wêne bigirin, divê hûn bi me bişêwirin. Em di civînê de biryarê li ser vê yekê didin. Gava hûn wêne û dîmenan bigirin, beşa çapemenî ya Guantanamoyê lêkolînê li ser wan dike û ger pesend bike şûnde dide we.”
Neşwan nehat danişînê
Roja din sibehê di demjimêr 09:00a de li Dadgeha Leşkerî ya Guantanamoyê danişîna Neşwan Ebdulrezaq hebû, ku ew wek yek ji serkirdeyên Kurd ên El Qaîdeyê tê binavkirin. Çaverê dihat kirin ku danişîn 3 demjimêran berdewam bike. Em demjimerekê zû li salona dadgehê amade bûn.
Leşkerê ku di demjimêr 09:00a de ket hundir, qaîdeyên divê em guh lê bikin, bi bîra me xist; Di dema danişînê de ken qedexe ye. Razan, girtin û xêzkirina wêneyan qedexe ye.
Paşê leşkerekî din ê bi paye ket salonê û got, danişîn ji bo demjimêr 12:00a hatiye paşxistin û ne diyar e, ku doz dê îro were birêvebirin an na.
Di encamê de danişîn piştî nîvro di demjimêr 16:00a de dest pê kir. Ez li bende bûm ku Neşwan bibînim û guh bidimê, ku ka bi kîjan zimanî diaxive? Çi dibêje? Kurd e an Ereb e?. Lê ew nehat dadgehê.
Nexweşiya movirkên piştê li Neşwan hebû. Li gor dihat gotin, sala derbasbûyî rojekê di jûreke girtîgehê de jêr laşê wî felç bûye. Penatgonê bi tîmeke pizişkî ew ameliyat kir. Heta niha 4 caran hatiye ameliyatkirin. Niha bi çoyê destan dimeşe û bi sendelyeya handîkapê diçû û tê. Ji ber rewşa tendurstiyê ya Neşwan danişîna dadgehê çend caran hat paşxistin.
Ev danişîn di heman demê de wek dadger ji bo mîralay Michael Libretto, danişîna yekem e li Guantanamoyê. Dadger Liberto aşkere kir, ku Neşwan di danişînê de ne amade ye. Efserekî beşa tenduristiyê, ku dadgehê navê wî bi nehênî hişt, di danişînê de amade bû û li ser rewşa tenduristiyê ya Neşwan agahî dan.
Wî efserî bersiva tîma dawakar (ku nûnertiya hikumeta Amerîkayê dikir) û tîma parêzerên Neşwan (ku ji aliyê dadgeha leşkerî ve ji bo Neşwan hatibû dabînkirin) ragihand ber destê dadger. Li gor tîma dawakar Neşwan dikare li danişînê amade be û ji dadger xwest, ku nehêle danişîn li gor daxwaza Neşwan birêve biçe.
Parêzerên Neşwan jî, ku ji leşkeran pêk dihatin, li dijî vê yekê derket û parast ku, ji ber ku rewşa tenduristî ya Neşwan, anîna wî ya ji bo danişînê dê wek “îşkence” were qebûlkirin.
Nîqaşa di navbera aliyan de nêzikî demjimêrekê berdewam kir û paşê şanda dadgehê biryar da, ku Neşwan dikare di danişînê de amade be.
Di vê kêliya van nîqaşan de, li zindanê careke din êşeke tund li pişta Neşwan peya bûbû. Efserê tenduristiyê serdana wî kiribû. Roja din ragihand, ku li gor wan Neşwan nikare di nav vê hefteyê de di danişîna dadgehê de amade be. Ji ber vê yekê jî di derbarê danişîna dadgehê de biryar ew bû, ku di roja 28ê Îlonê de birêve biçe, lê ji bo 5ê meha dahatû hat paşxistin.
Neşwan Kurd e?
Piştî em ji salona dadgehê derktin min ji parêzerên Neşwan pirsî: Neşwan kesekî çawa ye? Raboriya wî çi ye? Hinek saziyên medyayê dibêjin, ew Kurd e, gelo ev çî qas rast e?
Parêzewr dibêjin, ew kesekî gelek bi edeb, xwedî xisletekî baş, xurt û bihêz e lê tekez red dikin, ku ew ne Kurd e.
Baş e, ji bo çi hat belavkirin ku ew Kurd e? Yek ji parêzerên sereke yên dosyeya Neşwan Adem Sarshold got, ji bo vê mijarê li gel parêzer Ammy Cuper biaxive.
Gava ez gihîştim navenda medyayê ya Gûanatanamoyê, yekser bi rêya telefonê li Ammy Cuper geriyam. Parêzera ciwan Ammy, beriya niha jî ji bo Neşwaz Ebdulrezaq parêzerî kiriye. Di heman demê de di nav Hêzên Deryayî yên Amerîkayê de efserek e û wek fermandar Ammy tê zanîn.
Ammy gelek bi rêz got, ew dikare bi kêfxweşî bersivê bide her pirsa min lê ji hinek kes û aliyan re çend pirsan bipirsim û bizanim ku çi qas dikarim bersiva te bidim. Min kopyeke nasnameya Neşwan û zanyariyên di derbarê eşîra wî de daxwaz kiribûn. Ji bo ku Ammy bikaribe van zanyariyan parve bike, divê bi Neşwan bi xwe û parêzerên wî bişêwiriya.
Paşê di bersiva xwe ya bi e-mailê de (ji bo Rûdawê) got, “Bibore, ez nikarim kopya nasnameya Neşwan parve bikim. Lê Neşwan dibêje navê eşîra wî El Temîr e. Wek hûn jî dizanin temîr, bi Erebî tê wateya xurmeyê. Ew endamê eşîr an jî malbeteke xurmefiroş e. Lê ezne dilniya me, ku ev nav ji bo çî li eşîra wî hatiye danîn. Bapîrê Neşwan xurmefiroş e. Tê gotin, ku ji ber vê yekê ev nav wergirtine.”
Herwiha Ammy ev zanyarî jî parve kirin: “Dayik û bavê Neşwan li Mûsilê ji dayik bûne. Bavê wî li Mûsilê rêveberê dibistaneke seretayî bû. Neşwan dibistana navîn bi dawî kiriye. Piştî temamkirina xizmeta leşkeriyê di sala 1988a de vegeriyaye Mûsilê, li gel bavê xwe xurme firotiye, ajokariya taksiyê kiriye.”
Çawa kirin Kurd?
Ammy û hemû parêzerên din ji bo Rûdawê got, çîrokeke balkêş e, ku Neşwan çawa bi navê “Kurd” hatiye nasandin.
Neşwan di Cotmeha 2006a de li bajarê Xazîantepa Tirkiyê (mebest bajarê Dîloka Bakurê Kurdistanê ye) gava amadehî dikir, ku derbasî Sûriyê û di wir re jî derbasî Iraqê bibe, ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hat girtin û paşê jî ji bo CIAyê hat radestkirin. Wê demê rojnamevanê Tirk Rûşen Çakir di derbarê girtina Neşwan de nûçeyekê dinivîse lê kes guh nade wê nûçeyê. Paşê ji bo balê bikişîne ser nûçeyê naveroka wê hinek diguherine û dinivîse, ku Neşwan Kurd e. Bi vi awayî hinek medyayên Amerîka û cîhanê, di nav wan de Foreign Policy jî hebû, nûçeya Rûşen Çakir wek serçav nîşan dide û Neşwan wek serkirdeyê Kurd ê El Qaîdeyê didin nasîn.
Di sala 2017a de 3 parêzerên Neşwan diçe Stenbolê û ji Rûşen Çakir dixwaze, ku belgeyên li ser Kurdbûna Neşwan nîşan bide. Lê Rûşen Çakir dibêje, ti belgeyeke li ser Kurdbûna Neşwan li gel min tune ye. Tenê dizanim li bakurê Mûsilê ji dayik bûye û bi vê yekê bawer bûm, ku ew Kurd e.
Yek ji parêzerên Neşwan ragihand, “Rûşen ji bo me got, cara pêşiyê gava min xwest nûçeya wî belav bikim, kesî guh lê nekir. Wê demê li Tirkiyê bertek û kîneke mezin li hemberî Kurdan hebû. Ji bo wê yekê min nivîsî ku Neşwan Kurd e. Bi vê şêweyê nûçeya min hat belavkirin.”
Hemû parêzer û kesên ku ez li gel wan axivîm, derbirîn ku Neşwan ne Kurd e û nûçeyan wiha jî wî bêzar dikin.
Baş e, medya çawa şaşiyeke wiha kir û ji bo çi bi nûçeya Çakir bawer kir? Ji bo vê pirsê min ev bersiv wergirt: “Çend sedem hebûn, ku bi gotinên vî rojnamevanî bawer bikin. Yek ji van jî ew e, ku Neşwan çavşîn e û çermspî ye û ne wek Erebên li herêmê ye.”
Parêzerekî din got, ku ew di hemû danişînên Neşwan de amade bûye û şahidiya axavtinên wî kiriye, “Sedemeke din jî ew e, ku dema Neşwan li Efxanistanê bû, kesekî Kurd li wir hebû û paşnavê wî jî Hadî bû. Di nav El Qaîdeyê de nasnavê Neşwan jî Ebdulhadî El Iraqî bû, jî ber vê yekê hinek kes bawer dikir, ku ew Hadî, Neşwan e.”
Neşwan, ku di sîbata 1961ê de li Mûsilê ji dayik bûye, bi çend navên din tê gazîkirin. Li Dadgeha Leşkerî ya Guantanamoyê herî dawiyê wek “Neşwan El Temîr” hat gazîkirin. Di profîla wî ya CIAyê de navê wî wek Neşwan Ebdulrezaq Ebdulbaqî derbas dibe. Di dema şerê Iraq û Îranê de di nav artêşa Iraqê de leşker bû. Lê li gor hikumet û dozgeriyê di dema Şerê Kuweytê de derbasî Efxanistanê bûye û li wir bi jineke Efxanî re zewiciye.
Parêzerên wî dibêjin, “Her çi qas di artêşa Iraqê de bû jî, wî qet ji Seddam Husên hez nekiriye û hez nake.”
Rêkxistina Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) Neşwa wek yek ji serkirdeyên payebilind ên El Qaîdeyê dinase. Li gor CIAyê Neşwan di navbera salên 2003-2004a de berpirsyarê êrîşên li Efxanistanê bû. Herwiha tê îdiakirin ku ji bo kuştina Serokwezîrê Pakistanê Pervîz Muşerref û endamên Neteweyên Yekgirtî (NY) jî wî ferman daye.
Dîsa li gor CIAyê armanca vegera Neşwan ji bo Iraqê ew bû, ku pirsgirêkên di navbera serkirdayetiya El Qaîdeyê û serkirdeyên rêkxistinê yên li Iraqê de çareser bike.
Neşwan piştî hat girtin, ji bo CIAyê hat radestkirin û 170 rojan di zindaneke nehênî de hatiye girtin. Parêzerên wî bawer dikin, ku ew rastî îşkenceyê hatiye û loma jî ji movirkên pişta xwe ne sax e. Lê komîsyona îstixbaratê di rûpela 448em a rapota xwe de îşkenceyê red dike.
Neşwan ji meha Nîsana 2007a û vir ve di zindana bi hejmara 7a de girtî ye. Li zindana Guantanamoyê tawanbarên herî metirsîdar ên cîhanê tên girtin û di wir de hêj 40 endamên El Qaîdeyê hene.
Di encama wan êrîan deî, ku Neşwan bi wan tê tohmetbarkirin, 8 leşkerên Amerîkî, leşkerekî Îngilîz û leşkerekî Norwêçî jiyana xwe ji dest daye. Dozgerê giştî yê hikumeta Amerikayê dixwaze, ku hukmê girtina heta hetayê li ser Newşan were sepandin. Neşwan tenê ew e girtî ye, ku li Guantanamoyê hikumet û dozgerê giştî ji bo wî sizaya bidarvekirinê naxwaze. Lê Neşwan jî hemû tohmetan red dike.
Guantanamo
Guantanamo beşek ji axa Kubayê ye lê ji aliyê Amerîkayê ve tê birêvebirin. Ev beşa Kubayê di sala 1903a de bi rêkevtineke di navbera Amerîka û Kubayê de salane bi 2 hezar dolaran ji aliyê Amerikayê ve tê kirêkirin.
Bi serhildana şoreşa sosyalîst a Kubayê, ku di sala 1959a de bi serkirdayetiya Fîdel Castro pêk hat, mijara Guantanamoyê bû pirseke mezin di navbera Amerîka û Kubayê de. Kuba û Castro dibêjin, Guantanamo bi şêweyekî neyasayî hatiye dagirkirin. Ji wê demê û vir ve jî tenê carekê kirêya Guantanamaoyê hatiye dayîn. Lê paşê Castro ragihand, ku karmendên Bankaya Navendî ya Kubayê bi xeletî ev pere qebûl kiriye.
Li Guantanamoyê ji bilî zindana ku serkirdeyên El Qaîdeyê têde girtîne, biryargeheke Hêzên Deryayî yên Amerîkayê jî heye. Ev biryargeha leşkerî ji bo têkoşîna li dijî bazirganiya maddeyên hişber tê bikaranîn. Hikumeta Amerikayê diyar dikin, ku ev navend di dema rûdana karesatên xwezayî de ji bo alîkariya welatên herêmê jî tê bikaranîn. Herwiha bi rêya vê biryargehê penaberên ku hewl didin bi awayekî qaçaxî derbasî Amerîkayê bibin jî tên astengkirin.
Di roja me ya îro de peywendiyên di navbera Amerîka û Kubayê de asayî bûne. Her meh bi awayekî rêkûpêk rayedarên Kubayê û leşkerên Amerîkî yên li Guantanamoyê li hev dicivin. Lê hêj jî pêbaweriya di navbera herdu aliyan de bi awayekî berbiçav tê xuya. Guantanamo bi tevahî ji Kubayê nehatiye cudakirin. Aliyekî vê kendavê derya ye, li aliyên din jî mîn hatine çandin. Lê di hemû 4ê Tîrmehan de Amerîkî salvegera serxwebûna welatê xwe bi fîşekên hewayî pîroz dikin û aliyê din ji vê rewşê natirse û êrîş jî nake.
Li gel hemû kesên ku diçin Guantanamoyê divê tekez pasaport hebe. Min ji efserekî li wir pirsî: “Li vir çi pêwîstî bi pasaportê heye?” Wî jî got, “Ger li vir êrîşê ser me bikin, em neçar dimînin biçin welatekî din.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse