Mariya Zaxarova: Em hewl didin ku Şam û Kurdan nêzîkî hev bikin

08-02-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Mariya Zaxarova Şam Kurd Nêzîkkirin
A+ A-

Moskow (Rûsya) – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku Rûsya hewl dide ku Şam û Kurdên Sûriyê nêzîkî hev bike. Herwiha diyar dike ku gelek pirs li ser beşdarbûna Kurdan di danûstandinên siberoja Sûriyê de tên û armanca wan nêzîkkirina Kurdan û hikûmeta Şamê ye.

 

Mariya Zaxarova diyar kir: “Biryar e lûtkeya çarem a Astanayê li Soçiyê birêve biçe, Wezîrê Derve yê Rûsyayê serokatiya şanda Rûsyayê dike, di wê civînê de navbera her yek ji rayedarên Rûsya, Tirkiye û Îranê bi şêwaza fermî û nefermî gotûbêj dê werin kirin. Eger ev civîn were pêkanîn, ev dê derfet bide ku zêdetir bi giştî qeyrana Sûriyê were gotûbêjkirin, ku dê bibe sedema geşepêdana rêkeftina sê aliyan li Astanayê.”

 

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku li ser beşdariya Kurdan di gotûbêjên Sûriyê de ji wan re pirsyar tên, lê armanca Rûsyayê ew e ku hikûmeta Beşar Esed û Kurdên Rojavayê Kurdistanê nêzîkî hev bike.

 

Zaxarova diyar kir: “Li ser wê yekê ku gelo dibe ku Kurd beşdarî gotûbêjên Astanayê bibin, bi awayekî berdewam pirs ji me re tên, dibe ku li gel hikûmeta Şamê li hev bikin, dibe ku deverên bin desthilata xwe vegerînin bin desthilata Sûriyê, pirsyarên bi vî rengî têne pêşiya me. Bersiva me ji hemû pirsyarên bi vî rengî re ev e ku Moskow her dem weke beşeke bingehîn a Sûriyê li Kurdan temaşe dike, di vê çarçoveyê de em piştgiriya wan gotûbêjan dikin ku di navbera hikûmeta Şamê û Kurdan de hene. Baweriya me ya tam heye ku ew gotûbêj dê bibin sedema yekbûn û serxwebûna parastina serwerî û payebilindiya Sûriyê.”

 

Ji aliyekî din ve jî Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Riyabkov ragihand ku Moskow li gel Enqere û Tehranê hewl didin ku qeyrana Sûriyê bi temamî bi dawî bikin.

 

Sergey Riyabkov diyar kir: “Em li gel Tirkiye û Îranê di çarçoveya gotûbêjên Astana û Soçiyê de li ser Sûriyê weke welatên garator hevahengiya me ya tam heye. Qeyrana Sûriyê heta radeyeke mezin ber bi çareseriyê çûye, armanca sereke ku avakirina serwerî û payebilindiya wî welatî ye, heta radeyekê pêk hatiye, ev jî bi saya hevahengiya Rûsyayê ya li gel Îran û Tirkiyê.”

 

Roja 14ê vê mehê li Soçiyê civîna lûtkeya serokan di navbera Putin, Erdogan û Ruhanî de li ser Sûriyê birêve diçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst