Pompeo: Ji bo parastina Kurdan Trump garantî ji Erdogan wergirtiye

08-01-2019
RÛDAW
Nîşan Amerîka Tirkiye Rojavayê Kurdistanê Kurd Recep Tayyip Erdogan Mike Pompeo Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku Serokê Amerîkayê Trump di derbarê parastina Kurdan de garantî ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wergirtiye.

 

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo berî ku serdana 8 welatên Rojhilata Navîn bike derbarê peywendiyeke telefonî ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de daxuyanî da.


Mike Pompeo got ku Trump di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan garantî wergirtiye ku piştî vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê, dê Kurd li wî welatî parastî bin.


Pompeo ligel hevjîna xwe dest bi serdaneke 8 rojî ji bo Rojhilata Navîn kir. Pompeo dê serdana 8 welatên Erebî bike, serdanê îro ji Urdunê dest pê kir.


Biryar e Pompeo dê krîza Sûriyê, Yemen û Îranê ligel berpirsên wan welatan gotûbêj bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst