Rojên herî germ ên dîrokê; Mirov çawa xwe biparêze?

07-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Li Teksasê xelk ji bo ku xwe hênik bikin diçin parkan û cihên ku av lê heye. Wêne: AFP
Li Teksasê xelk ji bo ku xwe hênik bikin diçin parkan û cihên ku av lê heye. Wêne: AFP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zanyar dibêjin ku sê rojên borî di dîroka nêz de germtirîn roj bûn; Hezîran jî meha herî germ a cîhanê bûye. LiHerêma Kurdistanê jî pileyên germahiyê zêde bûne û îro pileya germê li devera Germiyanê derket 51 pileyî. Doktor ji bo xweparastina ji germaya zêde hin rêkaran pêşniyar dikin.

Ji çar aliyên cîhanê di van rojan de germayeke zêde heye. Pileya germê li bajarê Taypê ya paytexta Taywanê gihiştiye 37 pileyan.

Xelk berçavk, şewqe û beşek ji wan jî sîwanan bikartînin daku bandora germê li ser xwe kêm bikin û rê li germayê bigrin.

Rêveberê Nexweşxaneya Taypê (Taipei), Chin Chao Tsung dibêje: “Hûn dikarin sardemeniyên corbicor vexwin, wek mînak ava ku gêlas, nane û rêhan tê de be. Tiştên wiha we hênik dikin.”

Dema tav li yekê dixe laş nikare pileya germê kontrol bike, wê demê pileya germê bilez bilind dibe, mekanîzmeya xwêdanê têk diçe, laş hênik nabe. Dema kesek tûşî germayê dibe, dibe pileya germê di nav 10 heta 15 deqeyan de bighe 41 pileyan.

Nîşaneyên herî diyar ya lêxistina tavê şerpezebûn, bilindbûna pileya germê ya laş e û zûwabûna çerm e.

Bikaranîna ava sar rêya herî baş ya çareserkirina tavlêxistinê ye, ligel xweşûştina bi ava sar.

Li hinek cihan heta niha jî girîngî bi çareseriya kevneşop tê dayin.

Chin Chao Tsung, Rêveberê Nexweşxaneya Taypê dibêje: “Pizîşkên tendirûstiya kevneşop nêrîna wan taybete li ser lêxistina tavê. Nêrîna yekem xwe bi xwe hênikkirine, duyemîn jî bikaranîna germayeke zêde ye ku ew jî bandoreke bilez dike.”

Îsal bi dehan kes li cîhanê ji ber bilindbûna pileya germê canê xwe ji dest dane, herî zêde jî li Amerikaya bakur û Hindistanê bûye ku li cihê yekemîn 126 kes û li Hindistanê jî 96 kes mirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst