AI: Polîsên sirbî û makedonî li penaberan dixin

07-07-2015
RÛDAW
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Li gor raporteke rêxistina mafên mirovan Amnesty International (AI), penaberên ku hewl didin bi rêya dewletên Balkanê xwe bigihînin Ewropayê, li Makedonya û Sirbistanê rastî tundiyê tên.

AI diyar dike ku gellek penaber bêyî ti sedemê tên binçavkirin an jî tên girtin û dîsa bo Yewnanistanê paş ve tê şandin, herwiha hinek tên guvaştin, rê li wan tê girtin heta ku rişwetê didin û piştî dana rişwetê ew dikarin rêya xe berdewam bikin.

AI behsa penaberekî afganî dike ku li ser polîsên makedonî dibêje: “Min dît ku çawa li zilaman xistin. Wan li kurê min yê 13 salî jî xistin. Wan li min jî dan, dema min xwest ruyê xwe bişom.“

AI herwiha behsa teqandina guleyan li penaberan jî dike. Penaberekî sûrî wiha ji AI re diyar kiriye: “Piştî ku me Yewnanistan li dû xwe hişt, em derbasî nav daristanên Makedonyayê bûn. Em komeke 150 kesî bûn. Polîsên makedonî li me teqandin û guleyek li lingê zilamekî ket, min dît ku ew çawa ket. Bêtirî seetekê gule teqadin. Ji bo min ev rewş weke li Sûriyê bû.“

Jineke sûrî jî bi heman rengî polîsên makedonî tometbar dike. Ew dibêje ku ew û zarokên xwe di Kanûna 2014ê de di nav Makedonyayê de derbas bûye û polîsên makedonî di ser serê wan re teqandine. Rêxistineke mafê mirovan ya ji paytexta Makedonya Skopyê jî van tometbariyan piştrast dike.

Berpirsên makedonî ji aliyê xwe ve diyar dikin ku ew li gor yasayê û peymaneke ligel Yewnanistanê ji bo paşveşandina penaberan tevdigerin.

Ji heftiya borî ve Sirbistan û Meceristanê polîs şandine ser sînorê Makedonyayê, da ku li wir penaberan rawestînin û wan paş ve dişînin Yewnanistanê.

Makedonya û Sirbistan ne endamên Yekîtiya Ewropayê ne û penaber li wan welatan namînin, lê dema ji Yewnanistanê dixwazin derbasî welatên Yekîtiya Ewropayê bibin, gellekê wan bi rêya van welatan xwe digihînin welatên Yekîtiya Ewropayê.

Makedonya û Sirbistan du ji xizantirîn welatên Ewropayê ne û dixwazin bilez xwe ji penaberan xilas bikin. Herdu welat pirranî qebûl jî nakin ku penaber li ba wan serlêdana mafê penaberiyê bikin. Di sala 2014ê de tenê 10 kesan li Makedonyayê mafê penaberiyê wergirt, li Sirbistanê tenê yekî.

Beriya çend hefteyan Human Rights Watch jî diyar kiribû ku li Sirbistanê tade li penaber tê kirin.

 









Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst