Hilbijartina Kongreya Amerîkayê birêve diçe

06-11-2018
RÛDAW
Nîşan Amerîka Hilbijartin Kongre Encûmena Nûneran Senato
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro hilbijartina Kongreya Amerîkayê birêve diçe, ku ev hilbijartin bo diyarkirina 435 endamên Encûmena Nûneran û 35 endamên ji 100 endamên Senatoyê tê lidarxistin.

 

Encûmena Nûneran a Amerîkayê ji 35 nûneran pêk tê, Senato jî ji 100 endaman. Biryar e ku di hilbijartina îro de (06-11-2018) her 435 endamên Encûmena Nûneran û 35 endamên ji wan 100 endamên Senatoyê werin hilbijartin.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump çend rojan bangeşî bo partiya xwe (Komarparêz) dike û deskevtiyên xwe yên 2 salên derbasbûyî tîne bîra xelkê.

 

Donald Trump dibêje, “Piştî çend salan avedanîna welatên din, di dawiyê de em avedanîna wleatê xwe dikin.  Bi hesin, pola û eleminyomê Amerîkî avedanînê dikin. Spas bo baceyên xurt ên sepandkirî û siyaseta me ya tund a bazirganiyê. Pola û eleminyoma Amerîkayê bi şêweyekî wiha vedigere ku ti caran berê kes ew nedîtiye.”

 

Partiya Demokratan bi girêdaneke nû û bi armanca wergirtina desthilatdariyê beşdarî bangeşiya hilbijartina kongreyê bû. Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama li çend cihan beşdarî bangeşiya wê partiyê bû û ji dengderên Amerîkayê daxwaz kir ku bo paşerojeke baştir, deng bidin partiya wî ya demokratan.

 

Hilbijartin di rastiyê de bo diyarkirina endamên Encûmena Nûneran û beşek ji endamên Senatoyê ye lê li gor gotina şîrovekaran ev hilbijartinek e bo nirxandina 2 salên desthilatdariya Donald Trump li Koşka Spî.

 

Şîrovekarê Julie Pace di vê derbarê de dibêje, “Bi şêweyekî berfirehî wek raspirsiyeke di derbarê serkevtina Trump de li vê hilbijartinê tê temaşekirin. Di heman demê de Trump bi xwe jî wiha kiriye ku ev bibe derfetek, ji bo vê jî bi bi awayekî berfireh beşdarî vê bangeşiyê dibe. Serdana çend eyaletên bi rikberiyê dagirtî kiriye û ajandeya xwe xistiye ser maseyê û ji dengderan daxwaz dike ku wê ajandeyê hilbijêrin.”

 

Di hilbijartina berê de Partiya Komarparêzan di herdu encûmenan de piranî bi dest xist lê tê pêşbinîkirin ku di vê hilbijartinê de encam biguherin; li gor encamên rapirsiyan Partiya Demokratan li gor hilbijartina berê dengên xwe zêde kirine.

 

Kongreya Amerîkayê ji Encûmena Nûneran û Senatoyê pêk tê. Encûmena Nûneran ji 435 nûneran pêk tê û Senato jî ji 100 endaman pêk tê. Hilbijartina Kongreyê 2 salan carekê tê birêvebirin, gerên wê dşkeve nav hilbijartina gera serokatiya Amerîkayê. Di hilbijartinê de tevahiya nûneran, watê 435 nûner tên hilbijartin li gel 35 endamên Senatoyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst