Li Rûsyayê karvedanên qedexekirina Facebook û Twitterê

06-03-2022
RÛDAW
Wêne: Shutterstock
Wêne: Shutterstock
Nîşan Rûsya Facebook Twitter Qedexekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Rûsyayê piştî Facebookê, tora civakî ya Twitterê jî li wî welatî qedexe kir. Qedexekirina Facebook û Twitterê li Rûsyayê ku wek beşeke ji şerê medyayî yê di navbera Rojava û Rûsya de tê dîtin bû sedema karvedanan.

Li gorî yasayekî nû ku roja Înê li Parlamentoya Federal a Rûsya hat qebûlkirin, her kes yan sazî agahiyên ku Moskowê wek "ne rast" dibîne belav bike, wê cezayê daxistinê, yan jî 15 sal zindan di derbarê wan de were girtin.

Ev biryara Moskowê piştî wê yekê tê ku Facebook û Twitter li ser daxwaza hikumeta Amerîkayê, hesabên ku nêzîkî hikumeta Rûsyayê ne hemû sinordar kirin.

Serokê Siyaseta Ewlekariya Meta Nathaniel Gleicher dibêje "Berî demekê, Hikumeta Rusyayê ji me daxwaz kir ku em hinek navnîşanên lêgerînê ku rastiyên di derbarê wê de ku ji aliylê medyayên ku girêdayî Hikumeta Rûsyayê ve tên belav kirin rawestînin. Me ev yek qebûl nekir. Wan jî dest bi astengkirina karê me kir."

Medyayên diyar ên Rûsyayê RT û Siputnik, êrişên Rûsya yên li ser Ukrayna wek "Operasyona Taybet" bi nav dikin û wek medyayên Rojava vê yeke "Dagirkirin" û "Şer"nabînin.

Ji ber vê yekê jî weşana van medyaya li tevahiyta Yekîtiya Ewrupa û Birîtanya hat qedexekirin. Wek bersiva vê helwestê Moskow jî weşana çend kanalên hikumeta Amerîka, Birîtanya û Almanyayê sekinandin.

Mike McFaul  Balyozê berê yê Amerîka li Rusyayê got "Gelek zelale Putin bo çî karê van medyaya qedexe dike, ji ber ditirse. Ger hemû tişt bi başî bimeşiya wî ev kar ne dikir. Ev karê wî nîşandera derona wî ye."

Berovajî beşekî medyayên Rojavayî, Elon Musk, xwediyê kompanya Starlink dibêje qedexe kirina medyayên Rusyayê binpêkirina azadiya ragihandinê ye û bi tweetekê daxwaza hinek welatan bo qedexekirina van medyayan li ser torên internetê yên Starlink red kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst