Trump: Me 7 trîliyon dolar di şerên Rojhilata Navîn de xerc kiriye

06-02-2019
RÛDAW
Nîşan Amerîka Donald Trump Rojhilata Navîn Îran DAIŞ Teror
A+ A-

Waşington (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê di nava hola Kongrêsê de, gotara xwe ya salane ya derbarê rewşa Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê pêşkêş kir, ku derdora demjimêrek û nîvan dom kir. Trump ragihand, welatê wî di salên bihorî de 7 trîliyon dolar di şerên li Rojhilata Navîn de xerc kiriye.

 

Serokê Amerîkayê, Donald Trump beşa herî zêde ya saeta yekem a gotara xwe bo pirsên navxweyî terxan kir û di nîv saeta dawî de jî behsa pirsên navdewletî kir, ku Îran û gefên wî welatî yek ji wan pirsan bûn.

 

 

Donald Trump di gotara xwe ya salane de behsa gefa DAIŞê û şerê li dijî wan çekdaran kir û got, berî du salan dema ku ew bû serok, zêdetirî 32 hezar kîlometrên çargoşe li Iraq û Sûriyê di destê DAIŞê de bûn, lê niha piraniya wan navçeyan hatine kontrolkirin.

 

Trump ragihand, ku li Iraq û Sûriyê, piraniya navçeyên di bin destê DAIŞê de hatine kontrolkirin û ew ligel Hevpeymaniya Navdewletî li pêgeha dawî ya DAIŞê şerê wê rêxistinê dikin.

 

Trump eşkere kir, ku ligel hevpeymanan ji bo têkbirina DAIŞê kar dikin, lewma niha dema wê yekê hatiye ku ew pêşwaziya vegera leşkerên xwe bikin.

 

Serokê Amerîkayê herwiha da zanîn, 19 sal in ku em li Iraq û Efxanistanê şer dikin, 7 hezar leşkerên Amerîkî hatine kuştin û 52 hezar leşkerên din bi giranî birîndar bûne, herwiha me 7 trîliyon dolar jî di şerên Rojhilata Navîn de xerc kiriye. Bi gotina Trump, netewên mezin tevlî wan şeran nabin, ku dawî pê nayên.

 

Donald Trump herwiha careke din Îran weke “sponsorê terorê” bi nav kir û ragihand ku Waşinton li hemû cîhanê, rûbirûyî terorê û piştevanên wê dibe, di nav de jî rêjîma Îranê ku bi gotina wî “sponseriya terorê” dike.

 

Trump di vê bareyê de got: “Îdareya min bi awayekî yekalîkirî, kar bo rûbirûbûna welatekî kiriye ku sposneriya terorê dike, ew jê rêjîma demaregîr a Îranê ye.

Rêjîmeke radîkal ku karên gelekî xirab encam dide. Divê em piştrast bin ku ev rêjîma dîktator qet çekê etomî bidest nexe. Min Amerîka ji rêkentinnameya etomî ya Îranê vekişand”.

 

Serokê Amerîkayê herwiha diyar kir: “Ji bilî vê jî, me dijwartirîn ceza sepandin ku  heta niha li ser welatekê hatibin sepandin, em çavên xwe ji rêjîmekê re nagirin ku silogana mirin bo Amerîkayê bilind dike û gefa jînosaydkirina cihûyan dixwe”.

 

Di beşeke din a gotara xwe de, Trump behsa hevpeymaniya NATO û pişka xerciyên serbazî yên welatên endam, vekişîna Amerîka ji rêkevtina mûşekên etomî yên navendavêj li gel Rûsya, nêzîkbûna ji Koreya Bakur, pêngavên ber bi rêkevtina bazirganî li gel Çînê, qeyrana serokatiya Venezuelayê, danûstandinên Efxanistanê û çend mijarên din jî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst