Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Afrîqaya Başûr ragihand ku rêberê tevgera dijî apartaydê Nelson Mandela di temenê 95 salî de jiyana xwe ji dest da. Rêberên cîhanê jî qaremanî û dilêriya Mandela bilind dinirxînin.
Serokê Afrîqaya Başûrê Jacob Zuma diyar kir ku Mandela roja pêncşemê li mala xwe li Johannesburgê jiyana xwe ji dest da. Zuma biryar da ku li seranserê Afrîqaya Başûr al daxînin xwarê.
Çend rêberên Cîhanê piştî wefata sîmbola cîhanê Mandela behsa dilêrî û qaremaniya wî kirin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî derbarê Mandela de got “Ew ji cîhanê re çavkaniya ilhamê bû”.
Ban Ki-monn li avahiya NY li New Yorkê ji rojnamevanan re ragihand ku “Divê em ji hîkmet û pêgiriya wî fêde bikin ji bo ku em cîhanê baştir bikin”.
Li Washingtonê jî, Serokê Amerîkayê Barack Obama bi boneya wefata Mandela şîniya giştî li Amerîkayê ragihand û biryar da alên Amerîkayê daxînin xwar.
Obama derbarê Mandela de got “Mêrekî dilêr û qenc bû”. Herwiha da zanîn ku Mandela bi îradeya xwe ya bihêz azadiya xwe ji bo azadiya yên din kire qurban.
Serokê berê yê Amerîka Bill Clinton jî Mandela wek “qaremanê rûmeta mirovatî û azadiyê” da zanîn û got “Dîrok wê Mandela wek qaremanekî ji bo rûmeta mirovatiyê, azadî, aştî û lihevahtinê bi bîr bîne”.
Li Parisê jî, Serokê Fransayê François Hollande da zanîn ku Mandela “berxwedêrekî bê hempa bû”.
Hollande di daxuyaniyekê de got “Mandela nûnerê gelê Afrîqaya Başûr bû û bingiha yekîtî û rûmeta tevahiya Afrîqayê bû”.
Herwiha Wezîrê Derve yê Fransayê Laurent Fabius diyar kir ku Mandela wek bavê Afrîkaya Başûr pesin kir û got “Bi wefata Mandela, bavê Afrîqaya Başûr bar kir, ew stûna têkoşîna ji bo azadî û lihevahatinê bû”.
Ji aliyê xwe de, Serokwezîrê Berîtanya David Cameron derbarê koça dawî ya Mandela de got “Ronahiyeke mezin vemirî, Mandela qaremanê çerxa me bû”.
Cameron herwiha biryar da ku ala Berîtanya li ber avahiya Serokwezîrtiyê daxînin xwar.
Şêwirmenda Almanya Angela Merkel jî got “Hemû salên di zindanên de nikarîn îradeya Mandela bişkînin. Almanya jî bi gelê Afrîqaya Başûr re di şîniya Mandela de ye”.
Wezareta Derve ya Çînê jî ragihand ku “Mandela dostekî dilsoz ê gelê Çînê bû û qaremanê têkoşîna li dijî nijadperestiyê bû”.
Herwiha mirina Mandela îro sibehê mijara sereke ya torên civakî yên Çînê bû.
Li Brokselê jî, Serokê Komîsyona Ewropayê José Manuel Barroso got “Ev roj rojeke xembar e, ne tenê ji bo Afrîqayê lê belê ji dinyayê bi tevahî re. Em bi wefata yek ji kesatiyên herî mezin ên çerxa me xembar in”.
Serokê Parlamentoya Ewropayê Martin Schulz jî derbarê koça dawî ya Mandela de wiha anî ziman: “Bi miirna Mandela, Afrîqaya Başûrê bavê xwe û cîhanê jî qaremanek ji dest da. Mandela mêrê herî bi mirovatî yê çerxa me bû”.
Barroso û Schulz tekez kirin ku Mandela ne tenê rola wî di guhartina li Afrîqaya Başûr de hebû, lê belê wî nûneratiya şerê li dijî nejadperestiyê û tudiya siyasî dikir.
Serokwezîrê Awstralya Tony Abbott jî diyar kir ku dinya wê Mandel wek rêberekî exlaqî û ne tenê rêberekî siyasî bi bîr bîne.
Serokwezîrê Japonê Hinzō Abe jî Mandela wek rêberê mezin ê ku destkeftên mezin bi dest xistine pesin kir û got “Mandela bi îradeyeke bihêz li dijî nejadperestiyê dixebitî”.
Serokê Desthilata Felestînê Mehmûd Ebas derbarê koça dawî ya Mandela de ragihand ku gelê Felestînê ti carî wê gotina Mandela jibîr nake ku gotibû “Armancên Afrîqaya Başûr temam nabin eger gelê Felestê azadiya xwe bi dest nexîne”.
Ji aliyê xwe de, Rêberê dîrokî yê Tevgera Piştgiriyê ya Polandayê Lech Wałęsa, Mandela wek “sîmbola têkoşîna li dijî nejadperestiyê” da zanîn.
Herwiha Desmond Tutu ku yek ji xebatkarên herî girîng ên têkoşîna li dijî sîstema nejadperestiyê ye, got “mandela em fêr kirin bê çawa em bi hev re bijîn û baweriya me bi me û bi her kesî hebe”.
Nelson Mandela yekemîn serokê reş ê Afrîqaya Başûr bû. Ew ji ber berxwedana li dijî nejadperestiyê 27 salan di zindanê de mabû.
Mandela di hezîrana sala 1918an de li herêma Transkei ya Afrîqaya Başûr hatiye dinê û di sala 1942yan de beşa huqûqê ya zanîngeha Afrîqaya Başûr xelas kir.
Di sala 1944an de tevlî Encûmena Afrîqî ya Neteweyî bû ku bergirî li mafên reşên li başûrê Sengalê dikir û di sala 1951an de bû serokê encûmenê.
Di sala 1961ê de, Mandela xebata çekdarî li dijî siyasetên nejadperestiyê destpê kir û piştî wê bi salekê hat girtin û bi 5 salan girtin hat cezakirin. Di sala 1964an de cezayê girtrina hetahetayê derheqê wî hat birrîn.
Mandela piştî 27 salan girtin, di 20 şibata sala 1990 de hat berdan û di sala 1993yan de xelata Nobelê wergirt.
Di 29ê nîsana sala 1994an de, Mandeka wek Serokê Afrîkaya Başûr hat hilbijartin û di sala 1999an de malnişîna xwe ragihand. Di heman salê de Mandela Saziya Nelson Mandela ya Xêrxwazî ava kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse