Putin: Koreya Bakur amade ye giya bixwe lê dest ji atomê bernede

05-09-2017
RÛDAW
Nîşan Vladimir Putin Koreya Bakur Çekên Atomî Amerîka
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand, ku ti sûdeke cezadanên bi ser Koreya Bakur tine ye, heta ku xwe ewle hîs nekin, ew amade ne giya bixwin, lê dest ji bernameya xwe ya atomî bernedin.

 

Vladimir Putin li welatê Çînê, piştî lûtkeya serokan a BRICS konferanseke rojnamevaniyê pêk anî.

 

Di konferansê de Putin diyar kir: “Heta ku Koreya Bakur xwe ewle hîs neke, ew amade ne giya bixwin, lê dest ji bernameya xwe ya atomî bernedin.”

 

Serokê Rûsyayê rexne li cezadanên bi ser Koreya Bakur girt û aşkere kir: “Ti sûdeke cezadanên bi ser Koreya Bakur tine ye.”

 

Vladimir Putin amaje bi wê yekê kir, ku sepandina cezadanên girantir a bi ser Koreya Bakur de dê serokatiya Pyongyangê neguherîne, berevajî wê dê bibe sedema êş û jana gelek kesan.

 

Li ser krîza konsulxaneyan a di navbera Amerîka û Rûsyayê de jî Putin destnîşan kir: “Rêveberiya desthilat a Amerîkayê, çanda siyasî tine dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst