Brezîlya: Siyaseta Ewropa bû sedema mirina Alan Kurdî

05-09-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan – Serokwezîra Brezîlya Dilma Rousseff, wlatên ewropî rexine dike û dbêjê; siyaseta welatên ewropî ya li hemberî koçberan bûne sedema mirina Alan Kurdî.

Serokwezîra Brezîlya Dilma Rousseff di daxuyaniyekê de welatên ewropî rexne kir û wiha got. “Welatên Ewropayê ji ber ku rê li ber derbasbûna Alan Kurdî û koçberan girt û bixêrhatina wan nekir wî jiyana xwe ji dest da.”

 

Dilma Rousseff derbarê wergirtina koçberan ji aliyê Brezîlyayê ve wiha got: “Brezîlya amadeye her kesekê ji her welatekê yê cihanê. Hemerengiya neteweyan nasnameya Brezîlyayê ye.”

Brezîlyayê di sala 2013an de biryar darbû mafê welatîbûnê bide koçberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê.

Alan Kurdî yê 3 salî yê ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê roja 2ê Îlonê ligel birayekî xwe bi navê Xalib ê 5 salî û dayika wan Rihan a 28 salî dema ku xwastibûn ji Tirkiyeyê ber bi Ewropayê ve herin, di deryaya Spî de xeniqîn û cenazeyê wan li qeraxa bajarê Bodrum ê Tirkiyeyê hatibûn dîtin.

 

Wêne û dîmenên cenazeyê Alan ê 3 salî ku li qerax deryayê li ser devê xwe bêcan ketibû, di demek kêm de li sernaserê cîhanê belav bû û jibilî ku di torên civakî û li ser malperên Internetê hatin weşandin, bû manşêta rojname û kovarên navdar li cîhanê.

 

 

Herwiha gellek ji siyasetvanên welatên mezin ên cîhanê jî derbarê mirina Alan ê ji Kobanî daxuyanî dan û xemgîniya xwe anîn ziman.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst